Pekoz: Her çend QSD’ê di lûtkeyê de cih negirtibe jî rojeva sereke wê diyar kir

Mustafa Pekoz diyar kir ku ji bo çareseriya stratejîk di lûtkeya Rûsya, Almanya, Fransa û Tirkiyeyê ya li Stenbolê de biryareke berbiçav derneketiye û got:” Her çend QSD’ê di lûtkeyê de cih negirtibe jî rojeva sereke wê diyar kir.”

Pekoz: Her çend QSD’ê di lûtkeyê de cih negirtibe jî rojeva sereke wê diyar kir
29 cotmeh, 2018   06:43

MÛRADA  KENDA / NAVENDA NÛÇEYAN

Bi malovaniya Tirkiyeyê ji hêla serokdewletên Almanya, Fransa û Rûsyayê ve li Stenbolê lûtkeyeke çaralî pêk hat. Serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, serokdewletê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron û şansolyeya Almanyayê Angela Merkel tev li lûtkeyê bûn. Rojeva lûtkeyê, mutabaqata Idlibê, pêvajoya siyasî ya hevdîtinên Astana û Cinêvê û pirsgirêka koçberan a vegera li welatê xwe bû.

Nivîskar û lêkolîner Mustafa Pekoz lûtkeya çaralî ya li Stenbolê û peyamên di daxuyaniya piştî lûtkeyê de ji ajansa me re nirxandin.

‘Biryareke berbiçev ji lûtkeyê derneket’

Mustafa Pekoz destnîşan kir ji lûtkeyê biryareke berbiçav derneketiye û wiha axivî: “Amerîka li Sûriyeyê ji hêla leşkerî ve aktîf e lê belê di vê lûtkeyê de cih negirt. Her çend Fransayê li ser maseyê cih girtibe jî ku li Minbicê bi Amerîkayê re leşkerên wê jî hene, xuya ye ku ev yek têrê nake. Ji ber ku hemû hewldanên ku Amerîka tê de tune bin, îhtîmala xwe heye ku bi awayekî ne serkeftî bi encam bibin. Di serî de Rûsya, hemû beşdarên lûtkeyê bi vê yekê dizanin. Her wiha Îran jî tê de tune ye ku di şerê Sûriyeyê de hêzeke aktîf e.”

 ‘Almanya û Fransa hewl didin koçberiyeke nû asteng bikin’


Pekoz îşaret pê kir ku di lûtkeyê de tu hêzên ku li Sûriyeyê hevkêşeya polîtîk a navxweyî diyar dikin cih negirtiye û wiha dewam kir:“Pûtîn bi daxuyanî û peyamên xwe eşkere kir ku li ser navê rejîma Şamê jî diaxive. Mirov dikare bibêje ku Tirkiye li ser navê komên radîkal ên dînperest li ser maseyê cihê xwe girt. Ji ber ku tekane hêza ku bi wan rêxistinan re têkiliya xwe heye, Enqere ye. Almanya û Fransa di serî dixwazin koçberên ji Sûriyeyê tên, asteng bikin û her wiha dixwazin pêvajoya aştiyê ya dîplomatîk lezgîn bikin da ku bikarin milyonek û nîv koçberên ji Sûriyeyê yên li Ewropayê paşve vegerînin. Lê belê wek hêzeke ku di şerê Sûriyeyê de bi ser ketiye, li ser navê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li ser maseyê kes tune bû. Fransayê bi awayekî neyekser ev yek diyar kir lê eşkere bû ku dê ne diyarker be. Heke Amerîkayê di lûtkeyê de cihê xwe bigirta, dibe ku xwestekên Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bianîna rojevê. Lewma jî ji vê lûtkeyê biryareke cidî derneket, jixwe bendewariyeke wiha jî tune bû.”

‘Meşrûiyeta QSD’ê ya polîtîk-leşkerî tê qebûlkirin’

Pekoz îşaret bi daxuyaniya hevpar a piştî lûtkeyê kir û diyar kir ku di nav hevkêşeya Sûriyeyê de meşrûiyeta QSD’ê ya polîtîk-leşkerî hatiye qebûlkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî DAIŞ, El-Nusra, El-Qaîde û hemû kom, kes, rêxistin û komên din ên têkiliya xwe bi DAIŞ’ê re heye wek terorîst qebûl kirine û di daxuyaniyê de hate teqezkirin ku dê têkoşîna li hemberî wan rêxistinan û têkoşîna li hemberî terorê were domandin. Hate teqezkirin ku dê rojevên cudaparêz ên ji bo Sûriyeyê û dewletên cîranên wê, werin redkirin. Di vir de çend peyam hene: Di serî hate teqezkirin ku DAIŞ, El-Nusra, El-Qaîde û hemû derdorên têkiliya xwe bi DAIŞ’ê re hene ku Tirkiye bi awayekî destekê dide wan, dê bi temamî ji holê werin rakirin. Anku operasyonên li dijî komên çekdar ên radîkal ên li Idlib, Bab û heta Efrînê hatine bicihkirin, dê berdewam bikin. Di nav hevkêşeya Sûriyeyê de meşrûiyeta Hêzên Sûriyeya Demokratîk tê qebûlkirin. Bi awayekî yekser nebe jî, êdî Tirkiye jî vê rastiyê qabûl dike.”

Mustafa Pekoz destnîşan kir ku di daxuyaniya hevpar de bi bi awayekî neyekser peyameke nerm dane PYD’ê jî û wiha berdewam kir: “Xuya ye ku gotina ‘li Sûriyeyê redkirina rojevên ku zirarê didin yekitiya xaka Sûriyeyê û ewlehiya dewletên cîranên wê tehdît dikin’ ji ber israra Erdogan hatiye gotin. Lê peyameke gelekî nermtir dihwîne. Gelek caran deklare kirin ku ‘QSD’ya bi serkêşiya PYD’ê di nav yekitiya xaka Sûriyeyê de pergaleke demokratîk û xweser dixwaze’.  Ji ber vê yekê daxuyanî ne li dijî tercîhên PYD’ê yên polîtîk e. Lewma jî her çend QSD’ê di lûtkeyê de cihê xwe negirtibe jî, wek hêza ku rojev diyar kiriye, mirov dikare bibêje bûye rojeva sereke ya lûtkeyê. Dikare bê gotin ku QSD’ê careke din cihê xwe yê di koma serkeftiyan de tomar kir.”

ANHA