ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29 .10.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29 .10.2018
29 cotmeh, 2018   05:00

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Şêniyên Kobanê şervanên Hêzên Erka Xweparastinê Mihemed Hûtî yê ku encama êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser gundê Zûrmexarê şehîd bibû oxir dikin. Li bajarê Qamişlo jî cenazeyê şervanê YPG‘ê Bahoz ê ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bû tê veşartin, di merasîmê de şehadeta gerîlayê HPG‘ê Bilind Çiya tê ragihandin, saet 14:00. Şêniyên bajarê Hesekê bi merasîmekê 7 şehîdên qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya "Şerê Tinekirina Terorê" li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawidiyê oxir dikin, saet 15:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê merasîmê bîranîna şehîdên mehên Îlon û Cotmehê li Goristana Şehîd Xebat Dêrik li dar dixe, saet 15:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şervanê bi navê Rojhat Roj û 11 şervanên din li gundê Badîna yê navçeya Mabeta ya Efrînê beşdarî berxwedaneke lehengî bûn. Vê yekîneya şervanan ku ji 12 şervanan pêk dihat, li hemberî bêtirî 80 leşkerên artêşa Tirk û çeteyên wê li ber xwe da. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Akademiya Mezopotamiya ya Dada Civakî di sala 2013‘an de li bajarê Qamişlo yê Herêma Cizîrê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate avakirin. Akademiya Mezopotamya yek ji destkeftiyên Şoreşa Rojava ye, ku armanca xwe pêkanîna demokrasî, dada civakî û wekheviyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-Mustafa Pekoz diyar kir ku ji bo çareseriya stratejîk di lûtkeya Rûsya, Almanya, Fransa û Tirkiyeyê ya li Stenbolê de biryareke berbiçav derneketiye û nehatiye payîn ku ji bo çareseriya aloziya Sûriyeyê ya di nav hevkêşeya herêmî de biryareke cidî derkeve. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Siyasetmendarê Sûrî Mihemed El-Hiwêdî diyar kir ku lûtkeya çaralî ya li Stenbolê ji bo parvekirina berjewendiyan û mijara dosyaya koçberan hate lidarxistin û diyar kir ku Tirkiyê dosyay koçberan wekî kaxezekê li hemberî welatên rojavayê bi kar tînin, Rûsya jî hewl dide welatan bi aliyê xwe ve bikşîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê pêşangeheke pirtûkan li bajarê Serêkaniyê vedike, saet 09:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çalakiyên şêwekar û Ajansa Rûmaf a Nûçeyan ku li Kampa Serdemê hatiye organîzekirin didome, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komîna Avrîn a Sînameyê xebatên sînamgeriyê li kampa Şehbayê didomîne, di vê çaroveyê de amadekariyên fîlman der barê Berxwedana Serdemê û hêviya gel a ji bo vegerê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Parka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a taxa Şêxmeqsûd şahidê berxwedana taxê ye. Şêniyên taxê di parkê de odeyek tê de bîranînên şehîdan pêşkeş kirine û yek din jî pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dihewîne, vekirine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şaredariya bajarokê Mebrûka li gel bêderfetiyan û li gel tunebûna qîrê jî ji bo amedekariya zivistanê rêyên gundan bi axa spî sererast dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dimînin, bi berxwedana xwe ve girêdayî ne. Li hember balafir û tankan sekinîn, germahiya havînê tehemûl kirin û niha jî li benda zivistanê ne. Şêniyan tekez kirin ku ew berxwedana xwe didomînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Piştî serweriya ewlehî û aramî li bajarê Reqayê, hejmarek mezin ji şêniyan û xwediyên dikanan vegerîn bajêr. Di encamê de gelek kargeh deriyên xwe ji nû ve vekirin. Bi wê re gelek derfetên kar ji şêniyan hatin peydakirin. Her wiha di çarçoveya geşedana tevgera avahîsaziyê de, hesin gelek tê xwestin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA