Bêderfetî ji xizmetê re ne asteng e

Şaredariya bajarokê Mebrûka li gel bêderfetiyan û li gel tunebûna qîrê jî ji bo amedekariya zivistanê rêyên gundan bi axa spî sererast dike.

Bêderfetî ji xizmetê re ne asteng e
Bêderfetî ji xizmetê re ne asteng e
Bêderfetî ji xizmetê re ne asteng e
Bêderfetî ji xizmetê re ne asteng e
Bêderfetî ji xizmetê re ne asteng e
Bêderfetî ji xizmetê re ne asteng e
Bêderfetî ji xizmetê re ne asteng e
29 cotmeh, 2018   07:26

HESEKÊ

Bajarokê Mebrûka girêdayî herêma Serêkaniyê ya kantona Hesekê ye. Mebrûka 40 km ji Serêkaniyê dûr e. 24 gund ku 18 komîn tê de ne, girêdayî Mebrûkayê ne. Komînek jî di navenda Mebrûka de cih digire. Serjimara Mebrûkayê bi serjimêra gundên girêdayî wê ve 27 hezar û 500 kes e.

Mebrûka yek ji bajarên ku çeteyên DAIŞ’ê dagir kiribû. Hem rê hem jî gelek tax xira bûbûn. Rêyên her 24 gundan zirar dîtine. Lê rêyên gundên Om Elcereb, Sarlî, Zinket û Til Telec gelek xirabûyî ne. Li ser daxwazên gel, Şaredariya Mebrûkayê projeya çêkirina rê da Desteya Şaredariyan a kantonê. Lê ji ber rewşa giştî û nebûna derfetan desteyê diyar kir ku ew îsal nikarin alîkariyê bidin şaredariyê.

Şaredariya Mebrûkayê vê carê jî projeya ku rêyên pir xirab bi axa spî çêkin, da desteyê. Desteyê projeya şaredariyê pejirand. Niha şaredarî bi derfetên xwe ji erdê Mebrûka axa spî bi dozer û trêksan derdixe û pê rêyan çêdike û bi vî awayî amedekariya zivistanê dike.

Hevserokê Şaredariya Mebrûkayê Seddam Ebdullah li ser xebata rêyan ên şaredariyê agahî dan ajansa me. Seddam diyar kir ku ew dê bi giştî 60 km rê çêkin, bi taybet jî yên gundên Om Elcereb, Sarlî, Zinket û Til Telec.

Seddam da zanîn ku wan kiriye hedef ku di 60 rojan de karê çêkirina rêyan bi dawî bikin û ev 10 roj e ew kar li ser rêyan dikin. Seddam destnîşan kir ku gelek rêyên gundan jî pêwîstî bi çêkirinê hene û gotinên xwe wiha bi dawî kirin: “Ji ber derfetên kêm me niha ev kar dane rawestandin. Di demên pêş de em ê rêyan zîft bikin.”

(ekip)

ANHA