Du zarokên koçber jiyana xwe ji dest dan, 16 jî winda ne  

Yekîneyên Ewlehiya Peravê yên Spanyayê ragihandin ku li Deryaya Spî 2 zarokên koçber  jiyana xwe ji dest dane û 16 koçber  jî winda ne.

Du zarokên koçber jiyana xwe ji dest dan, 16 jî winda ne  
28 cotmeh, 2018   09:03

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyan keştiya ku koçber tê de bûn li peravên bajarê Nadorê yê li bakurê rojhilatê Fasê noq bûye. Yekîneyan ewlehiya peravê cenazeyê 2 zarokan dîtin û hate gotin 16 koçber jî winda ne.

Li gorî Rêxistinê Navneteweyî ya Koçberiyê, ji serê vê salê ve 42 hezar û 500 koçber û penaber gihaştin peravên Spanyayê. Di vê rêwîtiyê de 433 kes mirin. Li gorî sala 2017'an hejmara miriyan sê caran li ya berê zêdetir bûye.

Par 12 hezar û 366 koçber gihaştin peravên Spanyayê. 145 kes mirin.