‘Pêwîste hemû jin yekitiya xwe ava bikin‘

Buroya Jin a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) qetilkirina Reşa Besîs şermezar kir û destnîşan kir û got, pêwîste hemû jin li dijî sûcên bi vî awayî bibin yek.

‘Pêwîste hemû jin yekitiya xwe ava bikin‘
27 cotmeh, 2018   14:17

HELEB

Buroya Jin a MSD`ê bi daxuyaniyekê qetilkirina jina bi navê Reşa Besîs a ku li bajarê Cerablusê ji aliyê birayê xwe yê çete ve hate qetilkirin şermezar kir.

Daxuyanî ji aliyê yek ji rêveberên Buroya Jin a MSD`ê a Helebê Necla Hemze ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, jin ji beriya sedê salan ve zor û zehemtiyê ji ber zihniyeta desthilatdar, dikşîne. 

Her wiha hate destnîşankirin ku heta niha bandoriya zihniyeta desthilatar li ser civakê heye, hertim jin dibe qurbaniya vê yekê.

Jinan di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku ji destpêka alaoziya Sûriyê ve tirkiyê destwerdana Sûriyê dike, gurûpên çekdar derbasî herêmên Ezaz, Cerablus, Bab û Efrînê kirin, li wê derê kiryarên hovane pêk tînin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku her roj tê bihîstin ku jin têne tecewizkirin, qetilkirin û revandin, ev yek jî li Cerablusê çêbû, ku çawa çeteyekî girêdayî tirkiyê xuşka xwe ya bi navê Reşa Besîs qetil bike û dîmenê wê li ser toreyên tevna civakî belav kir da ku jinê bitirsînin û îradeya wê bişkînin.

Buroya Jin a MSD`ê ya Helebê qetilkirin û tecawizkirina jinan şermezar kir û bang li hemû jinên Sûriyê kirin ku li dijî kiriyarên bi vî awayî bisekinin da ku azadiya jinê bidest bixin.

Jinan di dawiya daxuyaniya xwe de bang li rêxistinên cîhanî, mirovahî û Netewên Yekbûyî (NY) kir ku li dijî dagirkeriya tirkiyê û kiryarên wan ên hovane bisekinin û helwestên xwe diyar bikin.

(bx)

ANHA