5 şehîdên Şerê Tinekirina Terorê hatin oxirkirin

Bi sedan şêniyên navçeya Şedadê cenazeyên 5 şervanên QSD`ê yên ku di qonaxa dawîn a Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tinekirina Terorê de şehîd bûbûn, li Goristana Şehîdan a Şedadê oxir kirin. Her wiha nasnameyên 2 şervanan hatin eşkerekirin.

5 şehîdên Şerê Tinekirina Terorê hatin oxirkirin
5 şehîdên Şerê Tinekirina Terorê hatin oxirkirin
5 şehîdên Şerê Tinekirina Terorê hatin oxirkirin
5 şehîdên Şerê Tinekirina Terorê hatin oxirkirin
5 şehîdên Şerê Tinekirina Terorê hatin oxirkirin
5 şehîdên Şerê Tinekirina Terorê hatin oxirkirin
5 şehîdên Şerê Tinekirina Terorê hatin oxirkirin
26 cotmeh, 2018   11:50

HESEKÊ

Şêniyan cenazeyên Elî El-Ewed (Firat Şedadê), Cemal El-Casim (Gelaa), Hisên El-Hisên (Yamin), Elî El-Besîlan (Qasim) û Hemîd Ewad (Hemze) ji Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê wergirt û bi karwanekî ber bi Goristana Şehîdan a Şedadê ve ketin rê. 

Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir, her wiha şervanên YPG`ê toreneke leşkerî li dar xist. Paşê yek ji fermandarên QSD`ê Hisên Hemade axivî û sersaxî ji malbatên her 5 şehîdan re xwest. Hemade destnîşan kir ku ji bo ku herêm ji êrîşên çeteyan xilas bibe şehîdan canê xwe feda kir.

Di dawiyê de Hemade tekez kir ku Şerê Tinekirina Terorê bi hemû hêza xwe didome, çeteyên DAIŞ`ê ji hemû aliyan ve di çemberê de ne û di wî şerî de dê werin tunekirin.

Her wiha bi navê Saziya Malbatên Şehîdan a navçeya Şedadê Nacî Nicûm axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û destnîşan kir ku divê hêviyên wan bi cih bînin. Paşê wesîqetên her 5 şehîdan ji aliyê endamê Saziya Malbatên Şehîdan Selman Hemade ve hate xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Her wiha nasnameyên Hesen El-Salih (Diya) û Hemed Ebîd hatin eşkerekirin, wesîqeta şehadeta wan hate xwendin û radestî malbatên wan hate kirin. Di dawiyê de cenazeyên her 5 şervanan di nava tilîlî û dirûşmeyan de hatin oxirkirin.

(bx)

ANHA