‘Çeteyên dagirkeriya Tirkiyeyê û El-Xiwez El-Beyda amadekariyên êrîşên kîmyewî dikin’

Kanala Meyadîn a nêzî rêjîma Sûriyeyê li ser zimanê çavkaniyên xwe ji bajarê Cisir El-Şixûr diyar kir ku komên çete yên girêdayî dagirkeriya Tirkiyeyê bi tevlêbûna endamên ku bi navê "El-Xiwez El-Beyda" tê nasîn madeyên jehrê ji bajêr ber bi Xirbet Amûd a gudewarên Idlibê  ve birin.

‘Çeteyên dagirkeriya Tirkiyeyê û El-Xiwez El-Beyda amadekariyên êrîşên kîmyewî dikin’
26 cotmeh, 2018   11:46

NAVENDA NÛÇEYAN

Di demên beriya hevpeymana di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de li ser Idlibê, Rûsya û rêjîma Sûriyeyê komên çete yên bi navê "El-Xiwez El-Beyda" tên naskirin ku alîkariya xwe ji dagirkeriya Tirkiyeyê digirin, tawanbar kirin ku ew operasyonên tecrubeyê çêdikin û dîmenên wan dikişîn da ku diyar bikin ku herêm rastî topbarana bi çekên kîmyewî hatiye.

Di aloziya Sûriyeyê de gelek aliyan El-Xiwez El-Beyda tawanbar kir ku qaşo operasyonan li herêmê çêdike da ku ji cîhanê re diyar bike ku herêm bi çekên kîmyewî hatiye topbarankirin.

Ajansa Spûtnîk diyar kir ku El-Xiwez El-Beyda perwerdeya 60 kesî û di nav de 18 jin bi dawî kir da ku rola wan di pêkanîna lîstoka êrîşa kîmyewî de hebê. Ev êrîş dê ji laiyê çeteyên Tehrîr El-Şam ve bi hevkariya Partiya Îslamî ya Tirkistanî li herêmên Sehil El-Xab û Ceser El-Şixûr were kirin.

Spûtnîkê diyar kir ku çeteyên Tehrîr El-Şam û El-Hizib El-Îslamî El-Tirkistanî yên ku alîkariya xwe ji dagirkeriya Tirkiyeyê werdigirin, bi hevkariya El-Xewiz El-Beyda gaza kilorê derbasî herêma Sehil El-Xab kiriye, her wiha hindek jê gazê li yek ji navendên çeteyên El-Tirkistanî li Cisir El-Şixûr hiştin.

Ji aliyê xwe ve kanala El-Meyadîn a ser bi rêjîma Sûriyeyê ve li ser zimanê çavkaniyên xwe diyar kir ku çeteyan madeyên jehrê derbasî Cisir El-Şixûr kirine bêyî ku cure û miqdara wan were diyarkirin. Kanalê destnîşan kir ku çeteyan bi hevkariya El-Xiwez El-Beyda madeyên jehrê derbasî Xirbet Amûd a gundewarên Idlibê kiriye.

Beriya niha Spûtnîkê destnîşan kiribû ku Tirkiye 7 kamyonên madeya kilorê derbasî Idlibê kirine û radestî çeteyên Tehrîr El-Şam kiriye û paşê hate ragihandin ku çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam 2 kamyon birin ji çeteyên El-Hizib El-Îslamî El-Tirkistanî li Cisir El-Şixûrê.

Ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve Tirkiye destwerdana karên wê dike, gelek komên çete ava kirin, alîkariya çeteyên DAIŞ`ê û Cebhet El-Nusra kir, her wiha sala 2015`an alîkariyê Cebhet El-Nusra kir ku Idlibê dagir bike.

(bx)