Li Reqayê lehiyê pirek hilweşand

Li Reqayê ji ber barîna baranê ya zêde lehî rabû û li gundewarên rojhilatê bajêr pirek hilweşiya.

Li Reqayê lehiyê pirek hilweşand
26 cotmeh, 2018   10:02

REQA

Li seranserê bajarên Sûriyeyê û bi taybet herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê baran bi dijwarî dibare. Ji ber wê lehî li kolanan herikî û hindek gund di bin avê de man.

Ji ber lehiya zêde pira nêzî bajarokê El-Hûs a gundewarên rojhilatê Reqayê ya li ser rêya navdewletî di navbera Reqa û Dêrazorê de, hilweşiya û ji ber wê jî rê qut bû.

Tîmên xizmetguzariyê yên Şaredariya Gel a El-Hûs berê xwe dan cihê bûyerê û rê ji lehiyê re vekir da ku tu zerarên din çênebin.

Hevserokê Şaredariya Gel a El-Hûsê Tirad El-Şedad got pir ji ber kiryarên çeteyên DAIŞ`ê da ku pêşketinên şervanên QSD`ê li herêmê asteng bikin, hatibû rûxandin. El-Şedad got lê wan pir sererast kiribû lê ji ber barîna baranê û lehiyê pir hilweşiya.

El-Şedad destnîşan kir ku derfetên wan kêm in û pêwîstiya wan bi sererastkirina pirê û vekirina rêya navdewletî heye.

(bx)

ANHA