Hevserê wê kuştin û bû şahidê binpêkirinên dagirkeran

Nebîhe Şêxo ji şêniyên kantona Efrînê ye. Çeteyên artêşa Tirk a dagirker hevserê wê kuştine. Nebîha jî piştî ku gelek bûyerên qirêj yên dagirkeran dibîne nema dikare tehemûl bike û ji Efrînê derdikeve.

Hevserê wê kuştin û bû şahidê binpêkirinên dagirkeran
26 cotmeh, 2018   07:08

CAFER CAFO - ELÎ KEDRO / ŞEHBA

Rêwîtiyên koçerbûnê ji Efrînê ber bi Şehbayê ve hîna jî didomin. Her yek ji wan rêwîtiya çîrokên binpêkirinên dagirkeran der heqê sivîlan de li Efrînê, vedibêje. A herî dawî jina bi navê Nebîha Şêxo ya ji gundê Kefer Sefrê ye ku piştî ku çeteyan hevserê wê kuştin, ber bi herêmên Şehbayê ve reviya.

Çeteyan îşkence li hevserê wê kirin û piştre kuştin

Nebîha Şêxo çîrok û rêwîtiya derketinê ji Efrînê piştî ku gelek pere dane wiha vegot: "Di encama êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê li ser Efrînê de yên ku di 20'ê Çileyê de destpê kiribû, herêm gelek wêran bû û bi sedan sivîl di nav de jin û zarok bûn qurban. Hevserê min jî di encama topbarana artêşa Tirk de li bajarê Efrînê birîndar bû û ji noqteya tenduristiyê ya Heyva Sor a Kurd re hate veguhastin. Piştî çend rojan ji dermankirinê, ew ji noqteyê derket."

Nebîha wiha domand: "Li gel me tu wesayît tune bû ku pê ji Efrînê derkevin. Ji ber wê em heta 6 mehan bêyî ku em derkevin li mal man. Lê artêşa Tirk bi darê zorê hevserê min di meclisan de da xebitandin. Rojekê ew venegeriya mal. Ji lew re min serlêdana cihê karê wî kir. Lê wan îdia kir ku wî qeza derbas kiriye û ji bo dermankirinê veguhastine Tirkiyeyê. Lê di rastiyê de hevserê min revandibûn û piştî çend saetan ji îşkencekirinê ew kuştin. Ez gelek geriyam, lê bê ecncam mam. Di dawiyê de min hêviya xwe bi dîtina wî qut kir ji ber ku min cenazeyê wî nedît. Paşê ez çûm gundê hevserê xwe Kefer Delê yê girêdayî navçeya Cindirêsê û li wir mehekê mam."

Ez bûm şahidê gelek binpêkirinên dagirkeran

Nebîha di vegotina çîroka xwe de behsa gelek binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê kir. Têkildarî vê mijarê Nebîha wiha got: "Di dirêjahiya 7 mehên ku ez li Efrînê mame de, ez bûm şahida gelek binpêkirinên dagirkeran der heqê sivîlên temenmezin û zarokan de ji revandina bi gelek hincetan, xwestina fidyeyên mezin, qutkirina darên zeytûnan û hinaran piştî berhevkirina hilberînê, talankirina mal û milkên welatiyan û her wiha bi darê zorê zext li şêniyan dikirin da ku milkên xwe bifiroşin şêniyên ku ji Xûtayê hatine û bêyî sedem gelek bac li şêniyan dibirîn."

Rêwîtiya derketina ji Efrînê

Nebîha destnîşan kir ku piştî kuştina hevserê wê biryar da ku tevî du zarokên xwe ji Efrînê derkeve û ev tişt anî ziman: "Ez li rêya derketinê gelek geriyam. Lê bi dijwarî min peyda kir. Heta ku min 650 dolar da çeteyan da ku min ji Efrînê derxin û bigihînin sînorên navçeya Şêrawa. Rêwîtiya derketinê du rojan dom kir. Gelek dijwar bû lê di dawiyê de ez gihaştim gundê Birc El-Qas yê girêdayî navçeya Şêrawa û paşê ez çûm mala xwişka xwe li gundê Maratê yê girêdayî navçeya Ehdas li herêmên Şehbayê."

Nebîha çîroka xwe wiha bi dawî kir: "Ez ê li ser vê xakê bimînim û tevî şêniyan ez ê bi rih û vîneke xurt li ber xwe bidim."

(şx)

ANHA