Komîteya Jin a Tebqayê qetilkirina Reşa Besîs şermezar kir

Komîteya Jin a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê qetilkirina Reşa Besîs ji aliyê birayê xwe yê çete ve şermezar kir.

Komîteya Jin a Tebqayê qetilkirina Reşa Besîs şermezar kir
25 cotmeh, 2018   15:24

TEBQA

Komîteya Jin a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê bi daxuyaniyekê qetilkirina jina ciwan a bi navê Reşa Besîs şermezar kir ku ji aliyê birayê xwe yê çete ve li bajarê Cerablusê yê di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de hatibû qetilkirin.

Di daxuyaniyê de, bal hate kişandin li ser zihniyeta desthilatdar a li pey van kiryaran û hate gotin ku, desthiltata Tirkiyaya dagirker ji roja ku bajarê Cerablusê dagiarkiriye di Tebaxa 2016‘an ev zihniyet xwedî kiriye

Di daxuyaniyê de her wiha kevneşopiyên paşverû û kuştina jinan şermezar kir û hate destnîşankirin ku sûcê hatiye kirin temsîla komên terorîst dike ku çete Beşar Besîs di nav de ye.

Komîteya Jin  a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê di daxuyaniyê binpêkirinên li dijî cewherê jin ji kuştin, revandin û destdirêjiya li ser benda jinan ji aliyê komên çete yên girêdayî dagirkeriya Tirkiyê şermezar kir.

Di dawiya daxuyaniyê de, bi navê jinên herêma Tebqayê bang li rêxistinên mirovî yên cîhanî hate kirin ku li hemberî van kiryaran bisekinîn.

ANHA