QSD`ê êrîşên çeteyan li eniyên Baxoz û Hecînê şikandin  

Li eniyên Baxoz û Hecînê çeteyên DAIŞ'ê ji rewşa xerab a hewayê sûd wergirtin û tevahiya rojê hewil dan êrîşî hemû  çeperên şervanên QSD'ê bikin. Lê êrîşên çeteyan ji aliyê şervanan ve hate şikandin.

QSD`ê êrîşên çeteyan li eniyên Baxoz û Hecînê şikandin  
24 cotmeh, 2018   19:04

DÊRAZOR

Di bahoza tozê de çeteyan bi taybet di saetê êvarê de êrîşên xwe dijwar kirin.  Lê di van kêliyan de êrîşên çeteyan hatin şikandin.

Di şerê li eniya Hecînê de herî kêm 10 cenazeyên çeteyan ketiye dest şervanên QSD`é.

Şervanên QSD`ê di her du eniyên şer de gelek erebeyên bombebarkirî û leşkerî jî teqandin.

Di şerê li her du eniyan de heta niha bi dehan çete hatin kuştin.

ANHA