‘Dîrok bi xwîna şehîdan û îradeya gelên azad tê nivîsandin’

Ji fermandarên QSD`ê Xelef El-Casim di merasîma oxirkirina şehîdê QSD`ê Cume El-Xelef de axivî û got:”Dîrok di paş sînorên welat de û bi dolar û sîxûrtiyê nayê nivîsandin, dîrok bi xwîna şehîdan û îradeya gelên azad tê nivîsandin.”

‘Dîrok bi xwîna şehîdan û îradeya gelên azad tê nivîsandin’
‘Dîrok bi xwîna şehîdan û îradeya gelên azad tê nivîsandin’
‘Dîrok bi xwîna şehîdan û îradeya gelên azad tê nivîsandin’
‘Dîrok bi xwîna şehîdan û îradeya gelên azad tê nivîsandin’
‘Dîrok bi xwîna şehîdan û îradeya gelên azad tê nivîsandin’
24 cotmeh, 2018   18:16

REQA

Bi tililiyên dayîkan û dûrişmeyên şehîd namirin, îro şêniyên bajarê Reqa û gundewarên wê, şervanê QSD`ê Cume El-Xelef(Cume) dema ku bi erka xwe radibû şehîd bûbû, li goristana şehîdên Reqayê ya li gundê El-Hikûmiyê oxir kirin.

Şêniyên Reqayê ji cerxereya El-Firûsiyê yê daketina rojava ya bajarê Reqayê cenazeyê şehîd wergirtin û bi kerwanekî berê xwe dane goristana şehîdên Reqayê ya li gundê El-Hikûmiyê. Li goristanê girseya gel ji aliyê şêniyên gundên Hezîme El-Hikûmiye û El-Îbar ve hatin pêşwazîkirin.

Li goristanê merasîm bi toraneke leşkerî ji aliyê şervanên QSD`ê ve hate destpêkirin. Paşê, ji fermandarên QSD`ê Xelef El-Casim axivî û ji dayîkên şehîdan re sersaxî xwest.

Fermandarê QSD`ê di berdewamiya axaftina xwe de got:”Em ji kesên ku xwe, rûmet û gelê xwe firotin û reviyan pişt sînorê welat dibêjin, dîrok bi dolar û sîxûrtiyê nayê nivîsandin, lê belê bi xwîna şehîdan û bi îradeya gelên azad tê nivîsandin. Di dawiyê de, em soz didin li ser rêya şehîdan bimeşin û edalet û jiyana hevbeş pêk bînin.”

Her wiha ji rêveberên Komîteya Jinê ya Reqayê Zelîxe Ebdî axivî û diyar kir ku ew weke gelê Sûriyê bi sekneke rûmet li dijî terora cîhanê ku çeteyên DAIŞ û yên din nûnertiya wê dike, sekînin û wiha dewam kir:”Çawa me bajarê Reqayê rizgar kir, em ê Efrînê jî ji terora dewleta Tirk rizgar bikin.”

Piştî axaftinan, Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed El-Hisên wesîqeta şehadetê xwend û radestî malbata şehîd kir.

Di dawiya merasîmê de, bi dûrişme û tililiyên dayîkan şehîd Cume El-Xelef hate oxirkirin.

(kc)

ANHA