‘Em ê bi berxwedan û israra xwe Rêber APO azad bikin’

Bi sedan endamên HPC`ê bi meşeke dirêj ji bajarê Girkê Legê ta navçeya Çilaxa, tecrîdkirina Ocalan şermezar kirin û gotin:"Em ê bi berxwedan û israra xwe Rêber APO azad bikin.”

‘Em ê bi berxwedan û israra xwe Rêber APO azad bikin’
‘Em ê bi berxwedan û israra xwe Rêber APO azad bikin’
‘Em ê bi berxwedan û israra xwe Rêber APO azad bikin’
‘Em ê bi berxwedan û israra xwe Rêber APO azad bikin’
‘Em ê bi berxwedan û israra xwe Rêber APO azad bikin’
24 cotmeh, 2018   13:47

QAMIŞLO

Meş ji Qada Azadî ya bajarê Girkê Legê destpê kir û meşvan heta bajaroka Çilaxa ku 14 km dûrî bajarê Gikê Legê ye meşiyan. Di meşê de, endamên Hêzên Parastina Civakî (HPC) dirûşmeyên”Em ê bi berxwedan û israra xwe Rêber APO azad bikin”bê navber beriz dikirin. Her wiha di meşê de, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankêrtên şermezarkirina tecrîdkirina Ocalan hatibûn rakirin.

Meşvan li navçeya Çilaxa ji aliyê bi dehan şêniyên navçeyê ve hatin pêşwazîkirin. Meş li Qada Şehîd Mehsûm a li naverasta navçeyê veguhrî mitîngê.

Mitîng bi bîranîna cangoriyên azadiyê hate destpêkirin. Paşê, ji rêveberên HPC`ê Bera Xişo daxuyaniyek da.

Bera Xişo diyar kir ku temen çi dibe bila bibe ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew ê her tiştî feda bikin.

Bera destnîşan kir ku berxwedana ku rêberê wan di zindana Îmralî de dide meşandin, ew  ji bo gelê xwe û mirovahiyê ye û girêdana gelan bi wî re teqez dike ku ew nûnetiya îradeya azad û serbixwe dike.

Bera Xişo di dawiyê de ev tişt got:"Hêzên komploger ji bo serxweriya xwe feriz bikin, hewl da hemû tevger û şoreşên Kurdan tine bike, lê bi fikr û felsefeya rêberê me, em di şoreşa Rojava de biserkeftin û rêgeza biratiya gelan û jiyana hevbeş hate bicihanîn.”

Mitîng bi dûrişmeyên silavkirina berxwedana Ocalan û şermezarkirina tecrîdê bi dawî bû.

(kc)

ANHA