Fransa dê tenê zarokên çeteyên DAIŞ'ê wergire

Rayedarên Fransayê ragihand ku ew dixwazin ku zarokên çeteyên DAIŞ'ê yên bi eslê xwe Fransî ne û li ba Hêzên Sûriyeya Demokratîk hatine girtin wergirin û dayikên wan jî radestî dadgehên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin.

Fransa dê tenê zarokên çeteyên DAIŞ'ê wergire
24 cotmeh, 2018   11:44

NAVENDA NÛÇEYAN

Hin rayedarên Fransayê ragihand ku Fransa ji bo wergirtina zarokên çeteyên DAIŞ'ê yên bi eslê xwe Fransî ne û li ba Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) girtî tev digere, lê dê dayikên wan wernagire û dê ji dadgehên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re bihêle da ku bêne darizandin.

Fransa wekî dewletên din ên Ewropayê rastî pirsgirêka şêwaza danûstandina bi van çeteyan û malbatên wan re tê ku hewl didin ji herêmên şer ên Sûriye û Iraqê vegerin. Nemaze piştî ku çeteyên DAIŞ'ê serweriya xwe winda dikin.

Fransa di 3 salên borî de rastî rêzeêrîşên xwîndar ji aliyê terorîstan ve hat. Li gorî agahiyan nêzî 60 jinên Fransî li Sûriyeyê di nava DAIŞ'ê de ne û ji wan 40 dayik in û nêzî 150 zarok bi wan re ne û piraniya zarokan temenên wan kêmtirî 6 saliyê ye.

Rayedarên Fransayê diyar kir ku amadekariya wergirtina van zarokan tê kirin, nemaze zarokên li Sûriyeyê ji dayik bûne. Her wiha wergirtina wan dê bi razîbûna dayikên wan be û rayedarekî got ku ew li gorî berjewendiya van zarokan tev digerin.

Tê gotin ku der barê çeteyên DAIŞ'ê yên li ba QSD'ê girtî de, piraniya  dewletan ji wergirtina van girtiyan xwe didin alî û naxwazin wergirin. Di nava van dewletan de hin ji wan endamên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê ne.