Bi hatina zivistanê re xebatên Şaredariya Gel a Şêxmeqsûdê zêde bûn

Şaredariya Gel a Şêxmeqsûdê bi hatina zivistanê re gelek proje bi cih anîn. Her wiha ji bo berdewamkirina projeyên sererastkirinê gelek pilan danîne.

22 cotmeh, 2018   07:04

BASIL REŞÎD-HENAN MIHEMED / HELEB

Bi hatina zivistanê re û ji bo derbaskirina pirsgirêkên ku rastî şêniyan tên, Şaredariya Gel a Şêxmeqsûdê li bajarê Helebê gelek projeyên xizmetî danîn.

Şaredariyê beriya vê bi demekê, dest bi amadekirina binesaziya taxê, sererastkirina rêyan û paqijkirina rêgaran bi derfetên xwe yên heyî kiribû.

Amadekirina sûka gelêrî ya sergirtî

Şaredariya Gel bi hatina zivistanê re, sûkek sergirtî li aliyê rojhilatê taxê amade dike, da ku xwediyên bestan veguhêze wir. Rûbera sûkê zêdetirî 650 metrekare ye. Tevî 56 dikanan, ji 27 cihên besta pêk tê.

Li ser giliyên şêniyan der barê qerbelixbûna rêyên giştî û hebûna bestan li peyarêyan, ev proje weke bersiv hat.

Belavkirina mazotê

Di nav amadekariyên pêşwazîkirina zivistanê de, Şaredariya Gel bi hevkariya komînên taxê mazot li şêniyan belav dike. Para her malbatekê 200 lître mazot e. Bi buhayê 182 lîreyên Sûriyê ji her bermîlekê re. Şaredarî li gorî derfetên heyî dê mazotê hefteyê 2-3 caran belav bike.

Sererastkirina rêyan

Ji bo derbaskirina astengiyên demsala zivistanê, şaredariyê beriya barîna baranê rêyên ku zirar dîtine sererast kirin. Her wiha rêya Sûka Xerbî bi dirêjahiya 175 metrekare sererast kir, rêgar paqij kirin û toreyên ava vexwarinê sererast kirin. 

Têkildarî mijarê hevseroka Şaredariya Gel a Şêxmeqsûdê Velantîna Ebdo ji ajansa me re axivî û bang li şêniyan kir ku bi şaredariyê re hevkar bin, avê zêde nerijînin û paqijiya taxê biparêzin.

Pilanên berdewamkirina projeyên sererastkirinê

Şaredariyê gelek pilanên restorekirin û sererastkirinê danîn. Jê sererastkirina deverên ku di encama topbaranê de zirar dîtine, dirêjkirina ronahiyê li taxê, jinûve avakirina parka herêma El-Eşrefiyê û rakirina bermahiyên şer ji kolanên taxê.

(şx)

ANHA