Li Bakurê Sûriyê rola kooperatîfan

Berpirsyarê Mala Kooperatîfan a Serêkaniyê Fadil Bozan diyar kir ku gelê herêmê bi salan e di sîstemeke bazara şexsî de jiyaye û heta niha baş fêrî sîstema kooperatîfan nebûye û wiha got: “Divê gel di vî alî de bê perwerdekirin.”

Li Bakurê Sûriyê rola kooperatîfan
Li Bakurê Sûriyê rola kooperatîfan
Li Bakurê Sûriyê rola kooperatîfan
Li Bakurê Sûriyê rola kooperatîfan
22 cotmeh, 2018   05:06

HESEKÊ

Kooperatîf yek ji sîstemên aboriya civakî ya demokratîk e. Ji bo ku civak ekonomiya xwe bi pêş bixe û debara xwe bike, kesên di civakê de bi awayekî hevbeş para xwe dixin nava kooperatîfê. Piştî ku par tên komkirin, her kes di wî karî de ked dide û berhema derdikeve jî bi awayekî wekhev tê parvekirin. Ev dibe sedema rêzdayîna keda hev, danûstandinên civakî û rihekî demokratîk. Îro li gelek welatên cîhanê sîstema kooperatîfan tê xebitandin.

Li Bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê jî piştî ku Rêveberiya Xweser jiyaneke demokratîk pêşkêşî civakê kir, modela aboriya civakê ango kooperatîf pêşniyarî civakê kir. Bi xurtbûna Şoreşa Rojava re gel dest bi avakirina kooperatîfan kir. Niha li herêmê bi sedan kooperatîf hatine avakirin. Yek ji herêmên ku sîstema xwe ya aboriya demokratîk ava kiriye jî Serêkaniyê ye. Li Serêkaniyê ji 2014’an ve kooperatîf hatine avakirin.

Berpirsyarê Mala Kooperatîfan a Serêkaniyê Fadil Bozan li ser rewşa kooperatîfan û pêşketina wan agahî dan ajansa me. Fadil da zanîn ku ew ji bo jiyaneke komînal û aboriya civakî kooperatîfan bi rêxistin dikin û wiha got:“Em ji bo gelê xwe civînan çêdikin bê ka kooperatîf çi ye û ji bo çi tê avakirin. Em madî û manewî alîkariyê didin gel. Em projeyên wan didin radigihînin aliyên peywendîdar.”

‘Di kooperatîfê de her kes kedê dide’

Fadil girîngiya kooperatîfan nirxand û ev tişt got: “Di aboriya şexsî de, berhem a kesekî  ye û ne civakî ye. Kesên di wî karî de kar dikin ne endam, tenê wek kole tên xebitandin. Lê di kooperatîfê de her kes kedê dide û rêzê ji keda hev re digirin.”

Fadil got ku li Serêkaniyê 15 kooperatîfên çandiniyê, yek ya firinê û yek jî hevgirtin heye û da zanîn ku li herêmê hemû rêxistinên kooperatîfan niha lewaz bûne û wiha axivî: “Hîn gelê me fêrî sîstemeke kooperetîvan nebûye. Ji ber bazara şexsî ku bi salan fêr bûne, bi heman şêweyî nêzî kooperatîfan dibin. Ji gel re perwerde pêwîst e. Divê em sîstema kooperatîfan bi gel bidin fêmkirin.”

ANHA