Piştî 4 salan careke din li kolanên berxwedanê ye

Şervanê YPG’ê Mistefa Ehmed piştî 4 salan ji rizgarkirina bajarê Kobanê, di nava kolan û muzexaneyê de çîrokên hevalên xwe bi bîr tîne.

Piştî 4 salan careke din li kolanên berxwedanê ye
Piştî 4 salan careke din li kolanên berxwedanê ye
Piştî 4 salan careke din li kolanên berxwedanê ye
22 cotmeh, 2018   05:05

HÊVÎDAR HERANÊ / KOBANÊ

Şervanê YPG’ê Mistefa Ehmed di sala 2013’an de, cihê xwe di nava Yekîneyên Parastina Gel (YPG) digire. Mistefa Ehmed beşdarî berxwedana Kobanê ya di sala 2014’an de dibe. Di destpêka berxwedana Kobanê de bi berxwedaneke pêhempa Mistefa Ehmed li ber xwe da û heta roja rizgarkirinê li rex hevalên xwe ma. Piştî 4 salan ji rizgarkirina bajarê Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê, Mistefa xwest muzexaneya ji ber berxwedana dîrokî ya hevalên wî mayî, bibîne û çîrokên xwe vegerîne.

Dema ku serdana muzexaneya Kobanê dike, hestên xwe tîne ziman û wiha dibêje: “Li nava  kolana ku me lê li ber xwe daye, hevalên min tên bîra min û ez gelekî bi şehadeta hevalên xwe serbilind im, ji ber ku wan her tim moral dida me. Em ê jî hêviyên wan heta asta şehadetê pêk bînin û heta dawiyê li ser rêya wan bimeşin.”

Mistefa niha xebat û tevgera xwe di nava refên QSD’ê de, li navçeya Eyn Îsa dewam dike û ev cara yekem e ku Mistefa serdana muzexaneya Kobanê dike û çîrokên muzexaneya berxwedana wan ji hevalê xwe re parve kirin.

Dema ku di nava her kolaneke berxwedanê re derbas dibe, her yek  berxwedana şervanan dibêje; Cihên bixwîn, çîrokên şervanan ên ku birîndar bûn û heta dawiyê li ber xwe dan. Mistefa jî da zanîn ku bi serdana wî ji muzexaneya berxwedanê re, gelek bîranîn ji cihê berxwedanê girtin û bi wê serdana xwe dibêje ku ew serdana rihekî zindî yê hevalê xwe dike û wan bi bîr tîne.

ANHA