Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser rêbazên kar gotûbêj dike

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekemîn civîna xwe li dar xist da ku rêbazên karê meclisê di dema pêş de diyar bike û bi erka xwe bi rêk û pêk rabe û hejmareke biryaran piştî nîqaşan dan.

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser rêbazên kar gotûbêj dike
Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser rêbazên kar gotûbêj dike
Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser rêbazên kar gotûbêj dike
Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser rêbazên kar gotûbêj dike
Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser rêbazên kar gotûbêj dike
Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser rêbazên kar gotûbêj dike
21 cotmeh, 2018   12:12

GIRÊ SPÎ

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî civîna sûndxwarinê ya di 6'ê Îlona borî de yekemîn civîna xwe li navenda Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) a navçeya Eyn Îsa ya girêdayî kantona Girê Spî li dar xist.

Meclisa Giştî 6'ê Îlona borî  fermî hate damezirandin û ji 70 endaman pêk tê ku nûnertiya 7 rêveberiyên xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin û 49 endamên Meclisa Zagonsaz ên herêmên Rêveberiya Xweser û Meclisên sivîl û 21 endamên teknokrat pêk tê.

Di civînê de endamên Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hevserokê meclisê Sîham Qeryo û Ferîd Etî beşdar bûn. Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre hevseroka meclisê Sîham Qeryo bixêrhatina endaman kir û wiha got: "Tişta ku dîrok dinivîsîne ew e ku em nûnerên hemû pêkhateyên bakur û rojhilatê Sûriyê di heman salonê de civiyane."

Sîham di axaftina xwe de diyar kir ku buhayê aloziya Sûriyê gelê Sûriyê dide û dewletên herêmî ku behsa çareseriyan dikin bêyî beşdarkirina gelê Sûriyê li gorî berjewendiyên xwe çareseriyan pêşkêş dikin.

Sîham da zanîn ku em tu carî xwe naspêrin hêzên derve û hêza wan hemû pêkhateyên gelê Sûriyê ne û wiha domand: "Destewerdana Amerîka û hêzên koalîsyonê piştî berxwedana YPG'ê û YPJ'ê li Kobanê pêk hat."

Di civînê de her wiha hevserokê meclisê Ferîd Etî axivî û behsa bernameya rûniştinê kir û tê de sîstema avakirina komîteyên qanûnî yên meclisa giştî û komîteya amadekar a amadekirina rêziknameya hundirîn a Meclisa Hundirîn kir. Piştre deriyê nîqaşê li pêşiya beşdaran der barê belgenameya meclisê de hate vekirin.

Piştî nîqaş û dengdayînê, beşdaran li ser sîstema rûniştandinê ya nîvmehane li hev kir ku mehane 2 civîn bêne lidarxistin, ango di 1 û 15'ê her mehê de.

Her wiha Komîteya Qanûnî ya Meclisa Giştî ku ji 3 kesan pêk tê, hate damezirandin û peywira wê ew e ku qanûn û pîvan û pêşniyaran ji rêveberiyan û gel pêşkêş bike û lêkolîn bike. Her wiha qanûnên ku ji meclisên tên derxistin lêkolîn bike û hejmareke endaman ji bo heman mijarê erkdar bike.

Beşdaran di rûniştina xwe de Komîteya Amadekirina Rêziknameya Hundirîn a Meclisa Giştî ava kir û ev komîte jî ji nûnerên Desteyên Zagonsaz û 7 rêveberiyên xweser pêk tê.

Civîn bi nîqaşên der barê belgenameya Meclisa Giştî de bi dawî bû. Tê payîn ku rûniştina duyemîn a Meclisa Giştî di 1'ê mijdarê de were lidarxistin.

ANHA