Ji ber paşguhkirina rêxistinên mirovî dibe ku çavê wê kor bibe

Rewşa tenduristiyê li kantona Şehbayê roj bi roj xerabtir dibe. Ev yek jî xetereyê li ser jiyana sivîlên Efrînê ku neçar man ji ber hovîtiya dagirkeran dev ji warê xwe berdin, zêde dike. Rewşa dayika 4 zarokan Mewlûde Bekir, mînakek ji rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê ye.

Ji ber paşguhkirina rêxistinên mirovî dibe ku çavê wê kor bibe
18 cotmeh, 2018   09:39

SOLÎN REŞÎD / ŞEHBA

Şêniya  bi navê Mewlûde Bekir ji navçeya Meydana ya girêdayî herêma Raco ye û dayika 4 zarokan e. Piştî ku dewleta Tirk a dagirker Efrîn dagir kir, berê xwe da kantona Şehbayê û li navçeya Til Rifet dimîne. Dayîka Mewlûde dema ku êzing kom dikirin, çavê wê yê çepê birîn bû.

Dayikê tedawiya çavê xwe yê çepê  li bajarê Helebê pêk anî, lê ji ber dagirkeriya Tirkiyeyê nikaribû vegere û birîna çavê xwe veke. Ji ber vê yekê di çavê wê de kulên demdirêj çêbûn û heke çavê xwe di demeke nêzîk de derman neke, wê kor bibe.

Dayika Mewlûde destnîşan kir ku ew ditirse çavê wê kor bibe, ji ber ku wê bandorê li ser jiyana zarokên wê bike û wiha got: "Rewşa min a aborî nahêle ez tedawiyeke din bikim, ev nexweşî bandorê li ser jiyana zarokên min û pêşeroja wan dike."

Mewlûde da zanîn ku bijîşkê ku tedawiya wê kiriye, tenê dikare çavê wê derman bike û wiha dewam kir: "Heyva Sor a Kurd li Şehbayê nikare dermanan bide min, ji ber eger şaştî çêbe, ez ê kor bibim."

Dayika Mewlûde bang li rêxistinên mirovî û cîhanî kir ku alîkariya wê bikin.

(jo)

ANHA