‘Em ê li ser rêya Avesta, Barîn û Aylanan bimeşin’

Yekitiya Ciwanên Rojava li Serêkaniyê dagirkerî û destdirêjiya dewleta Tirk a dagirker a li ser Efrînê şermezar kirin û diyar kirin ku ew ê tola Efrînê hilînin û li ser rêya  Avesta, Barîn û Aylanan bimeşin.

‘Em ê li ser rêya Avesta, Barîn û Aylanan bimeşin’
17 cotmeh, 2018   10:54

HESEKÊ

Yekitiya Ciwanên Rojava (YCR) ji bo şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Efrînê û zilma li ser gelê Efrînê daxuyaniyek da. Daxuyanî li pêşiya Mala Gel a Serêkaniyê hate dayîn.

Daxuyanî ji aliyê endama  YCR`ê Xezel Bekir ve hate xwendin. Xezel diyar kir ku gelê Kurd her tim rastî êrîşên desthilatdaran tê û wiha got: “Gelê Kurd jî li hemberî vê zilmê li ber xwe dide û bi saya berxwedana xwe heta niha kariye çand, ziman û hebûna xwe biparêze.”

Xezel destnîşan kir ku dewleta Tirk  her tim li dijî destkeftiyên Kurdan dagirkeriyê dike, herî dawî Efrîn dagir kir û roj bi roj binpêkirinan li dijî mafên mirovan dike û wiha dewam kir: “Mixabin ev yek li ber çavê hemû cîhanê tê kirin. Ji ber ku hemû hêzên desthilatdar ji bo dagirkirinê wek peymanên Lozan û Skys-Picot dest dane hev. Dixwazin warê gelê Kurd û gelê Rojhilata Navîn dagir bikin û destketiyên wan ji dest bigirin.  Em wek ciwanên Serêkaniyê dagirkerî û destdirêjiya dewleta Tirk a li ser axa Efrînê şermezar dikin û soz didin ku tola Efrînê hildin. Em ê li ser rêça Avesta, Barîn û Aylanan bimeşin.”

Daxuyanî bi dirûşma “Bijî berxwedana Efrînê” bi dawî bû.

ANHA