Li Şedadê şehîdên “Şerê Tinekirina Terorê” hatin oxirkirin

Şêniyên navçeya Şedadê cenazeyên şervanên QSD`ê yên ku di Qonaxa Dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya bi navê “Şerê Tinekirina Terorê” li goristana şehîdên Şedadê oxir kirin.

Li Şedadê şehîdên “Şerê Tinekirina Terorê” hatin oxirkirin
Li Şedadê şehîdên “Şerê Tinekirina Terorê” hatin oxirkirin
Li Şedadê şehîdên “Şerê Tinekirina Terorê” hatin oxirkirin
Li Şedadê şehîdên “Şerê Tinekirina Terorê” hatin oxirkirin
Li Şedadê şehîdên “Şerê Tinekirina Terorê” hatin oxirkirin
Li Şedadê şehîdên “Şerê Tinekirina Terorê” hatin oxirkirin
Li Şedadê şehîdên “Şerê Tinekirina Terorê” hatin oxirkirin
Li Şedadê şehîdên “Şerê Tinekirina Terorê” hatin oxirkirin
11 cotmeh, 2018   12:08

HESEKÊ

Xelkê navçeya Şedadê cenazeyên Hisên El-Celal (Museb), Abdulletîf El-Elî (Murad Mergeda), Nûrî El-Mihêmîd (Xebat Şedadê) û Mihemed El-Mihêmîd (Hemade Mergeda) ji Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê wergitin û bi karwanekî ber bi goritstana şehîdên Şedadê ve ketin rê.

Merasîma oxirkirinê  bi toraneke leşkerî ji aliyê YPJ/YPG`ê ve hate destpêkirin. Paşê yek ji fermanarên YPG`ê Elî Şedadê axivî û sersaxî ji malbatên her çar şehîdan re xwest.

Elî Şedadê destnîşan kir ku komployên ku li ser xaka Sûriyeyê bi serkêşiya Rûsya, Tirkiyeyê, rêjîma Sûriyeyê û Îranê têne kirin armanca wan ku tevlîheviyê di navbera gelê Sûriyeyê de çêbikin.

Ji fermandarên YPG`ê diyar kir ku şervanên QSD`ê di eniyên şer de bi hemû hêza xwe li dijî çeteyên DAIŞ`ê şer dikin da ku ax û gelê welatê xwe ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar bikin. Elî Şedadê di dawiya axaftina xwe de got ji bo wefedariya bi şehîdan re ew soza berdewamkirina têkoşînê didin.

Her wiha bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Nacî Nicûm destnîşan kir ku hemû şehîdan ji bo azadî, aramî û ewlehiya gelê herêmê canê xwe feda kirin û diyar kir ku ew weke Saziya Malbatên Şehîdan dê her tiştê giran buha ji bo parastina destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin, bidin.

Paşê wesîqetên şehadeta her çar şehîdan ji aliyê Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Selman Îbrahîm ve hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Di dawiyê de cenazeyê her çar şehîdan bi tilîlî û dirûşmeyên şehîd namirin hatin oxirkirin.

(bx)

ANHA