HPG`ê nasnameya fermandar û gerîlayekî xwe aşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku endama Fermandariya Eyaleta Mêrdînê Medya Mawa û gerîla Akîf Brûsk li Bagokê şehîd bûne.

HPG`ê nasnameya fermandar û gerîlayekî xwe aşkere kir
HPG`ê nasnameya fermandar û gerîlayekî xwe aşkere kir
HPG`ê nasnameya fermandar û gerîlayekî xwe aşkere kir
11 cotmeh, 2018   11:57

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku endama Fermandariya Eyaleta Mêrdînê Medya Mawa (Emîne Kaya) û gerîla Akîf Brûsk (Mahmût Ozdemîr) di 30’ê Îlonê de li Bagokê li hemberî dewleta Tirk piştî şerekî qehremanî, şehîd bûne.

Daxuyaniya li ser malpera HPG’ê wisa ye:

 “Di 27’ê Îlonê de artêşa Tirk a dagirker li derdora gundê Badibê ya Bagoka Mêrdînê bi wesayîtên hewayî yên bê mirov û wesayîtên zirxî operasyonek daye destpêkirin. Hêzên dagirker di 30’ê Îlonê de qad bi helîkopter û balefirên şer bomberdûman kiriye. Piştî bomberdûmanê di navbera hêzên dagirker û gerîlayên me de şer çêbûye. Di vî şerî de Endama Fermandariya Eyaleta Mêrdînê Medya Mawa û rêheval Akîf Brûsk şehîd bûne.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:

Nasnav: Medya Mawa

Nav û paşnav: Emîne Kaya

Cihê jidayîkbûnê: Mêrdîn

Navê dê û bav: Fatma – Haci Mûsa

Cih û dîroka şehadetê: 30’ê Îlonê 2018/Mêrdîn

******

Nasnav: Akîf Brûsk

Nav û paşnav: Mahmût Ozdemîr

Cihê jidayîkbûnê: Mêrdîn

Navê dê û bav: Zubeyde-Mehmet

Cih û dîroka şehadetê: 30’ê Îlonê 2018/Mêrdîn