Cihê ku nayê jibîrkirin; Çerxeriya El-Neîm

Xelkên Reqayê ji ber kiriyarên çeteyên DAIŞ`ê gelek zor û zehmetî dîtin. Di her malekê de çîrokek bi êş heye. Lê yek ji cihên ku ji bala naçe  Çerxereya El-Neîm e. Çeteyan li vê derê serê mirovan jêdikir, lewra di nava gelê Reqayê de bi navê”Çerxereya El-Cehîm”tê naskirin.

Cihê ku nayê jibîrkirin; Çerxeriya El-Neîm
Cihê ku nayê jibîrkirin; Çerxeriya El-Neîm
Cihê ku nayê jibîrkirin; Çerxeriya El-Neîm
11 cotmeh, 2018   11:24

SILÊMAN EHMED / REQA

11`ê Cotmehê salvegera 1`mîn a rizgarkirina Çerxerêya El-Neîm a bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ`ê ye.

Çerxerêya El-Naîm li navenda bjarê Reqayê ye. Çerxerê navê xwe dîkanekê nêzî çerxreyê wergirtiye û xwedî dîrokekê ye. Ev çerxerê ji ber xweşbûna wê dibû meqseda şêniyên Reqayê.

Piştî ku çeteyên DAIŞ`ê bajarê Reqayê dagir kirin êdî  navê çerxerêyê bi “El-Cehîm” ango dojeh dihat naskirin. Ji ber ku çeteyên DAIŞ`ê li wê derê serê leşkerên Firqa 17`an û Lîwa 93`an ên girêdayî rêjîma Sûriyeyê jêdikirin. Her wiha  ev der bû cihê ku çeteyên DAIŞ`ê xelkên sivîl didarizandin.

Paşê çeteyan serê xelkê Reqayê li wê derê jêdikir. Girtiyên li gel çeteyên DAIŞ`ê fêr bibûn ku her kesê ew cilê  rengê pirteqalî li xwe bike çarenûsa wî darvekirina li Çerxerêya El-Neîm e.

Yek ji girtiyên li gel çeteyên DAIŞ`ê reviya

Girtiyê bi navê (E.S) ê ku ji girtîgha çeteyên DAIŞ`ê reviya ji ajansa me ANHA`yê re der barê Çerxerêya El-Neîm, axivî

E.S got ew bi tewana ku çixareyan difroşe ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hate girtin, 20 rojan li bajarê Reqayê di girtîgehê de ma, di rojekê de yek ji çeteyan diçe gel wî û dibêje cilê pirteqalî li xwe bike. Di wê demê de nas dike ku ew ê li çerxerêyê were darvekirin.

E.S di axaftina xwe de destnîşan kir ku  piştî wî ew cil li xwe kirin ew bi rêya erebeyekê birin û çavên wî girêdan. E.S da zanîn ku ji nişkave topbaran ji aliyê balafiran ve li nêzî wan hate kirin û bi vî awayî ew reviya û xwe gihand aliyê başûrê Reqayê ango herêma El-Kesrat . Di wê QSD` ew herêmana ji çeteyan rizgar kiribûn.

Çeteyan hemû xelkê bajêr li çerxereyê kom dikirin da ku bibin çawa sivîlan bi darve dikin her wiha ji bo tirsê bixin dilê sivîlan de û bihêlên ku xelkên wê derê neçar bikin serî ji çeteyan re bitewînin.

Welatiyê bi navê Ehmed El-Elî yê ji Dêrazorê ji nişetecîhên Reqayê ye. Li ser darvekirina ku bi çavên xwe dîtiye axivî. El-Elî destnîşan kir ku çeteyan sivîl êşkence dikirin û kesên bê guneh li çerxerêyê bi awayekî rojane dikuştin. El-Elî diyar kir ku çeteyan bi gule, kevirkirin heta mirinê (Recim) yan jî bi tefşo sivîl dikuştin û wî bi çavê xwe ev tişt hemû dîtin.

Rizgarkirina Çerxerêya El-Neîm

Pêngava bi navê "Pêngava Şehîd Ednan Ebû Emced" ji aliyê şervanên QSD`ê ve hate destpêkirin. Di wê pêngavê de û piştî şerê dijwar û efsaneyên lehengiyê di 11`ê Cotmeha 2017`an de Çerxereya El-Neîm  ji aliyê şervanan ve hate rizgarkirin. 

Piştî rizgarkirinê ala QSD`ê ji aliyê şervana ve li çerxerêyê hate daliqandin û bi vê yekê hate destnîşankirin ku ewlehî li wê nuqteyê vegeriya û tirsa li gel xelkê bajarê Reqayê êdî rabû.

Çerxerê di dema niha de

Di dema niha de li çerxerêyê li tevger zêde ye. dukanên bazirganiyê hatine vekirin. Di saetên dereniya şevê de tevgera xelkê bajar li wê derê zêde dibe.

Bi giştî piştî ku bajarê Reqayê ji aliyê şervana QSD`ê ve hate rizgarkirin pêşketinên mezin di hemû aliyan de çêbûn. Her wiha Meclisa Sivîl a Reqayê bi hemû derfetên xwe kar dike da ku bajarê xwe vegerîne mîna berê.

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku bajarê Reqayê di 20`ê Cotmeha 2017`an de bi temamî ji çeteyên DAIŞ`ê hate rizgarkirin. Her wiha qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê li dijî çeteyên DAIŞ`ê li bargehên dawî yên çeteyan li herêma Hecîn bi hemû hêza xwe didome.

(bx)

ANHA