Dayikên Aştiyê yên Enternasyonalîst: Em ê piştgiriya şoreşa jinan bikin

Dayikên Aştiyê yên Enternasyonalîst serdanên xwe yên li Rojava bi dawî kirin û da zanîn ku dê piştgiriyê bidin şoreşa jinan li Rojava û berxwedana jinên Efrînê li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê ji hemû rêxistinên cîhanê re ragihînin.

Dayikên Aştiyê yên Enternasyonalîst: Em ê piştgiriya şoreşa jinan bikin
Dayikên Aştiyê yên Enternasyonalîst: Em ê piştgiriya şoreşa jinan bikin
11 cotmeh, 2018   11:01

QAMIŞLO

Dayikên Aştiyê yên Enternasyonalîst ku bi banga Akademiya Jineolojiyê ji bo danasîna rastiya şoreşa jinan û lehengiya ku jin li dijî zîhniyeta baviksalar didin meşandin hatin Rojava, serdanên xwe bi dawî kirin. Jinan bi rêka daxuyaniyekê ragihand ku dê piştgiriya jinan û taybet jinên berxwedêr ên Efrînê bikin.

Şandeya ku hate Rojava, serdana jinên hemû bajarên Rojava kir û rastiya jinên Efrînê ku neçar ma ji welatê xwe koçber bibin dît. Di şandeyê de jinên pisporên çareserkirina dozên civakî, aborî û çandî bi navê Cloa Agistros ji Spanyayê, Conslevo Nunes ji Spanyayê, Daniele Hackman ji Almanyayê, Clavidia Lucas ji Almanyayê, Ana Maria ji Îtalyayê, Katrina Lacardin ji Fransayê û Hellen Near cih girt.

Dema ku jin gahaştin Rojava daxuyaniyek de rbarê serdana xwe de belav kirin û wiha got: "Em wek Dayikên Aştiyê û ji ber girîngiya me bi Rojava heye, me biryar da ku em zêdetir dîrok û guhartina civakî û pêşketinên ku li bakurê Sûriyeyê pêk tên nas bikin, ew şoreşa demokratîk a jinan û xwezayê ye.”

Jin bi endamên Koordînasyona Kongreya Star û hevseroka PYD`ê Ayişa Hiso re civiyan û destnîşan kir ku ew beriya ku werin Rojava li Ewropayê bi gelek tevgerên jinan re civiyan û rola jinan li Rojava û taybet jinên eniyên şer li dijî çeteyên DAIŞ`ê şer dikin, nas kir. Jinan di serdana xwe de diyar kir ku pêşketinên ku jinan ji boazadiyê û sîstemên desthilatdar, zîhniyeta baviksalar pêk anîne û zehmetiyên ku rastî jinan tên, dîtine.

Di serdanê de jinan rastiya ku jinên Efrînê ku neçar man ji welatê xwe derketin û berxwedana ku jin li kampê pêk tînin, dîtiye. Der barê mijarê de jinan li bajarê Kobanê daxuyaniyek da, tê de piştgiriya xwe bi hemleya `Ji bo Efrînê, jin rabin ser pêyan` nîşan da.

Jinan da zanîn ku dê ji bo gihandina rastiya jinan û têkoşîna wan li Rojava û lehengiya ji bo rizgarkirina ji zîhniyeta baviksalar ji tevgerên jinan û rêxistinên cîhanî re ragihînin. Her wiha dê dagirkeriya Tirkiyeyê ku li Rojava û binpêkirinên ku Tirkiye der heqê welatiyên li Rojava û Bakurê Sûriyeyê de pêk tîne, parve bikin.

Di heman demê de, hevseroka PYD`ê Ayşa Hiso spasiya serdan û girîngiya ku didin şoreşa Rojava û rola jinan di şoreşê de, kir û destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker ji ber serkeftinên ku jinan pêk anîne, êrîşî Efrînê kir û dagir kir.

Di dawiya serdanê de jinan daxuyaniyek xwend, daxuyanî ji aliyê Cloa Agistros ve hate xwendin û wiha got: "Em wek Dayikên Aştiyê ji bo zîhniyeta baviksalar têkoşînê dikin, em tekoşîna we dişopînin, em hewl didin ku zehmetiyên ku hun dibînin kêmtir bikin, em wek jin hêza xwe ji we digirin ji ber ku em dibînin ku hûn rastî êrîşan tên lê tevî wê yekê jî hûn ji bo mafên xwe tê dikoşin. Ji ber wê yekê em we ji bo hemû jinên cîhanê dikin mînak û hêza xwe ji we digirin.

Em wek jin hatin Rojava ku hêza xwe bikin yek û têkiliya xwe xurttir bikin û li hemberî zîhniyeta baviksalar destê xwe bikin yek."

 (jo)

ANHA