UNICEF banga alîkariya bi koçberên kampa El-Rukban re dike

Rêxistina navnetewî UNICEF bang li aliyên şerê Sûriyeyê kir ku riya alîkariya tenduristî bi dehhezaranên koçberên Sûriyeyê re yên di kampa El-Rukban a li nêzî sînorê Urdunê de ne vebikin. UNICEF çalakvanên girêdayî hêzên rêjîmê û Rûsyayê tewanbar kirin ku kamp dorpêç kirine.

UNICEF banga alîkariya bi koçberên kampa El-Rukban re dike
11 cotmeh, 2018   11:01

NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina navnetewî ya mafên zarokan UNICEF banga alîkariya bi dehhezaran koçberên Sûriyeyê yên di kampa El-Rukban de asê mane re bikin.

Birêveberê herêmî ya rêxistinê li herêma Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê Xeyret Kablarî di daxuyaniyekê de diyar kir ku UNICEF bang li hemû aliyê şer û aliyên xwedî bandor dike ku riya alîkariya tenduristî bi zarok û malbatên di kampa El-Rukban de ne vebikin.

Her wiha da zanîn ku di van 48 saetên dawî de du zarokên din ji ber rewşa dijwar mirine û nikaribûn bigihêjin nexweşxaneyekê û wiha domand: "Kilînîka ku alîkariya xwe ji Netewên Yekbûyî werdiger û di hundirê Urdunê de li nêzî sînorê bi Sûriyeyê re dixebite xizmetên xwe yên sereke ji bo rewşên awarte pêşkêş dike û pêdivî bi sponseriyeke tenduristî ya pispor heye.

Kablarî hişyarî da ku rewş dê dijwartir bibe nemaze ji ber ku rewşa 45 hezar kesan ku piraniya wan zarok in bi hatina demsala zivistanê dijwartir dibe.

UNICEF li aliyekî din koma "Kordînekarên Bersivdayîna Sûriyeyê" ya girêdayî hêzên rêjîmê û Rûsyayê tewanbar kir ku kampa El-Rukban dorpêç kirine û nahêle alîkariyên mirovahî derbasî kampê bibin.  Her wiha hişyarî da ku embara madeyên xwarinê dê di hefteyekê de vala bibe.