Mijarên îro rojnameyên erebî behsê kirine ev in

Tirkiye vekişandina çeteyên xwe ku weke opozîsyona nerm bi nav dike ji devera bê-çek temam dike û di qonaxa dueymîn de jî li gorî hevpeymana wê bi Rûsyayê re dê çeteyên Cebeth El-Nusra jî vekişîne. Hêzên Sûriya Demokratîk pêşveçûna xwe li rojhilatê Firatê didomîne. Serokwezîrê Îraqê Adil Ebid El-Muhdî navên namzetên bilokan radestî hikûmetê dike.

Mijarên îro rojnameyên erebî behsê kirine ev in
11 cotmeh, 2018   08:25

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro hatine çapkirin, behsa rewşa dawî ya pêkanîna hevpeymana Rûsya û Tirkiyeyê ya der barê Idlibê de kirin. Rojnameyan her wiha bal kişandin ser rewşa şerê tunekirina terorê li rojhilatê Firatê û behsa çalakiyên siyasî yên avakirina hikûmetên Îraq û Lubnanê û rewşa Filistîn û aloziya Yemenê û gelek mijarên din kirin.

Şerq El-Ewsat: Hevpeymana Idlibê derbasî qonaxa dijwartir dibe

Girêdayî mijar û aloziya Sûriyeyê rojnameya Şerq El-Ewsat behsa rewşa dawî ya pêkanîna hevpeymana Rûsya û Tirkiyeyê ya der barê Idlibê de kir û diyar kir ku hevpeymana Soçî ya ji bo avakirina devereke bê-çek li derdora parêzgeha Idlibê derbasî qonaxa duyemîn dibe, nemaze piştî ku qonaxa yekemîn hate bidawîkirin û tabûrên opozîsyonê çekên xwe yên giran ji deverê vekişandin. Li gorî hevpeymana di navbera herdu serokan de Viladîmêr Pûtîn û Receb Tayîp Erdogan divê di qonaxa duyemîn de jî herî zêde heta Duşema bê rêxistinên radîkal vekişin. Ev yek jî beşê herî dijwar ji hevpeymanê ye.

El-Qudis El-Erebî: Şêwirmendê ewlehî yê Colanî hate kuştin û fermandarên leşkerî yên Heyet Terîr El-Şam tên kuştin

Rojnameya El-Qudis El-Erebî jî behsa rewşa ewlehî li Idlibê kir û diyar kir ku Heyet Tehrîr El-Şam di qonaxeke ewlehî ya dijwar re derbas dibe û êdî deriyê kuştinê li dijî fermandarên wê hatiye vekirin û evan kuştin di çarçoveya şerekî veşartî de tê meşandin, ev yek gelek pirsan derdixe holê, nemaze ji ber ku Heyet Tehrîr El-Şam heta niha nikare helwesteke zelal li hemberî hevpeymana Soçî nîşan bide ku qonaxa wê ya yekemîn bi dawî bûye û deverek bê-çek li derdora Idlibê hatiye avakirin.

Heyet Terîr El-Şam ku bi fermandariya Ebû Mihemed El-Colanî tê meşandin, rastî derbeyên giran tê, herî dawî şêwermendê ewlehî yê Colanî Ebû Yûsif El-Cezrawî, fermandarê leşkerî yê Heyet Tehrîr El-Şam Mihemed Ebû Îslam ji aliyekî ne diyar ve hatine kuştin.

El-Ereb: El-Esed artêşa xwe ya westiyayî amade dike da ku şûna Îranê di Sûriyeyê de bigire

Girêdayî mijareke din a Sûriyeyê rojnameya El-Ereb ragihand ku diyar e serokê Sûriyeyê Beşar El-Esed li ber deriyê bidawîkirina şerê navxweyî yê xwîndar e, lê pêdiviya wî bi leşkeran ji her demeke borî zêdetir e, piştî ku herêmên berfireh ên Sûriyeyê ketin bin serweriya artêşê û êdî nikare li ser erdê li hemû van herêman serwer be.

Di heman demê de El-Esed amadekariya vegerandina parêzgeha Idlibê dike, ku hêjî di bin serweriya Heyet Tehrîr El-Şam û gelek tabûrên radîkla de ye û alîkariya xwe ji Tirkiyeyê werdigirin. Tevî hevpeymana di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de ji bo rêgirtina li pêşiya êrîşeke li dijî herêmê, diyar e vê hevpeymanê hêzên El-Esed ji aloziyekê rizgar kir.

El-Heyat: QSD'ê di mehekê de 651 DAIŞ'î kuştin 6 bi saxî girtin

Rojnameya El-Heyat behsa qonaxa dawî ya pêngava bagera Cizîrê ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di bin navê "şerê tunekirina terorê" de ev mehek e dest pê kiriye. QSD'ê duh di daxuyaniyeke xwe de ragihand ku wê di mehekê de serkeftinên mezin bi dest xwe ve anîne û devereke berfireh ji destên DAIŞ'ê rizgar kirine û miqdareke mezin ji çek û cebilxaneya çeteyên DAIŞ'ê desteser kiriye û gelek baregehên wê hilweşandine. QSD'ê da zanîn ku di mehekê de wê 651 DAIŞ'î kuştine û 6 DAIŞ'iyên din jî bi saxî girtine. Her wiha 370 nuqteyên nû bi dest xwe ve anîne û 40 km û gundên  El-Baxoz, El-Şeclê û Mozan rizgar kirine.

Lubnan

Girêdayî mijarên Lubnanê rojnameya El-Ereb behsa çalakiyên siyasî yên avakirina hikûmeta nû kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Seed El-Herîrî nikare rêjeya pêşbîniyê ya avakirina hikûmetê bilind bike."

Filistîn

Der barê mijarên Filistînê de jî rojnameya Şerq El-Ewsat behsa xebatên peydakirina aştiyê di navbera Îsraîlê û Filistînê de kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Îsraîl derfetekê dide xebatên Misir û navnetewî".

Siûdiyê

Der barê nakokiyên di navbera Siûdiyê û Tirkiyeyê de rojnameya El-Ereb behsa zextên çapemenî yên Tirkiyeyê li ser Siûdiyê kir û girêdayî mijara windabûna rojnamevanê Siûdî Cemal Xaşiqçî manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Tirkiye hêrsa xwe ya çapemenî li hemberî Siûdiyê zêde dike û di aliyê sûcdariyê de bêdeng dimîne".

 Îraq

Rojnameya Şerq El-Ewsat behsa çalakiyên siyasî yên avakirina hikûmeta Îraqê kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Ebid El-Muhdî navên namzetên bilokên hikûmetê werdigire".

Girêdayî heman mijarê rojnameya El-Ereb jî nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Adil Ebid El-Muhdî li rêbazekî meşandina parlemana Îraqê digere".

Yemen

Der barê mijar û aloziya Yemenê de rojnameya El-Heyat behsa xebatên peydakirina çareseriyeke siyasî ji aloziya Yemenê re kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Griffith bi El-Ehmer re li Riyadê civiya û gavek ber bi avakirina baweriyê ve avêt."