Li Serêkaniyê du şervanên Erka Xweparastin hatin oxirkirin

Welatiyên  herêma  Serêkaniyê  cenazeyê  endamên Hêzên  Erka Xweparastin  Mecid Reşîd û Mihêdî Mihêmid li goristana şehîdan a bajarê Serêkaniyê oxir kirin.

Li Serêkaniyê du şervanên Erka Xweparastin hatin oxirkirin
Li Serêkaniyê du şervanên Erka Xweparastin hatin oxirkirin
Li Serêkaniyê du şervanên Erka Xweparastin hatin oxirkirin
Li Serêkaniyê du şervanên Erka Xweparastin hatin oxirkirin
Li Serêkaniyê du şervanên Erka Xweparastin hatin oxirkirin
9 cotmeh, 2018   16:48

HESEKÊ

Bi sedan welatiyên bajar û gundewarên Serêkaniyê ji bo oxirkirina cenazeyên endamên Erka Xweparstn Mecid Reşîd û Mihêdî Mihêmid ên ku 7`ê Cotmehê 2018‘an de di encama teqîna maynekê de li Serêkaniyê şehîd bibû, li ber Nexweşxaneya Roj a Serêkaniyê kom bibûn. Piştî ku cenaze wergirtin û bi karwanekî berê xwe dan goristana şehîdan a Serêkaniyê.

Li goristanê merasîm bi bîranîna cangoriyên azadiyê hate destpêkirin.

 Li ser vavê Desteya Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê hevserokê desteyê Îdan Ehmed axivî got:`` Ev heft salin em şehîdan oxir dikin, şehîd ronaya çevên me ne, ji ber ku riya azadiyê li pêşiya me ronî kirine, divê em li nirxên şehîdên xwe xwedî derkevin û riya wan bişopînin.

Ji fermandarên YPG`ê  Baran Amûdê  axivî û soza şopandina rêya şehîdan ta pêkanîna jiyaneke bi rûmet da.Baran diyar kir ku ew ê heta dawî li pêy şehdên xwe bin heta ku armanca û xeyalên şehîdan pêk bînin.

Piştî axaftin bi dawî bûn, wesîqeta şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyên herdu şehdan bi dirûşmeyan hatin veşartin.

ANHA