Li Şêrawayê geşedanên dawî û komplo hatin nirxandin

Li navçeya Şêrawa ya Efrînê rewşa siyasî û komploya 9‘ê Cotmehê hatin nirxandin.

Li Şêrawayê geşedanên dawî û komplo hatin nirxandin
Li Şêrawayê geşedanên dawî û komplo hatin nirxandin
Li Şêrawayê geşedanên dawî û komplo hatin nirxandin
Li Şêrawayê geşedanên dawî û komplo hatin nirxandin
Li Şêrawayê geşedanên dawî û komplo hatin nirxandin
Li Şêrawayê geşedanên dawî û komplo hatin nirxandin
Li Şêrawayê geşedanên dawî û komplo hatin nirxandin
8 cotmeh, 2018   18:33

EFRÎN

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li navçeya Şêrawa ya Efrînê ji bo nirxandina rewşa siyasî û komploya 9‘ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gundên Bînê û Zaret civîn li dar xistin.

BÎNÊ

Di civîna ku li gundê Bînêyê hatibû lidarxistin bi dehan welatî amade bûn.

Civîn di deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Paşê Rêvebera Kongreya Star Esmehan Hesen axivî û got, ji roja girtina Rêberê Gelê Kurd Abdullha Ocalan Rojhilata Navîn di krîzekê de ye.

Esmehan got: "Ocalan ji bo azadiya gelan têkoşînê dike, gelên Rojhilata Navîn dizanin ku dewletên komploger dixwazin gelan bê îrade bihêln, dagirkirina Efrînê yek ji gavên ku şikandina îradeya gelan dike hedef e."

Esmehan Hesen, di berdewama axaftina xwe de tekez kir ku Osmaniya nûjen li pişt komên çete yên li Sûriyeyê xwe vedişêre, ji Serêkaniyê ta bi Efrînê ve hewldan kirin da ku tevliheviyê derxîne.

Esmehan anî ziman ku di êrîşên li ser Efrînê de ne tenê Kurd hemû pêkhateyên Sûriyeyê hatin hedefgirtin, ji ber ku Efrîn beşeke ji Sûriyeyê ye.

Rêvebera Kongreya Star Esmehan Hesen di dawiya axaftina xwe de got: "Her çendî van hêzên dijber bixwazin tevliheviyê derxînin, wê gelê Kurd li hemberî wan bisekinin, Efrîn wê azad bibe, berxwedana gelê me li Şehbayê nîşan dide ku Efrîn wê bi serkeve."

ZARETÊ

Di civîna li gundê Zaratêyê de jî bi dehan kes amade bûn. Piştî deqeyeke rêzgirtin, Rêveberê TEV-DEM‘ê Dijwar Ferhad Merdîn axivî.

Merdîn got: "Efrîn bi tîfaqa gelek dewletan hate dagirkirin, rexmî çekên giran ku li hemberî me hatin bikaranîn, gelê me 58 rojan li ber xwe da û hê jî li ber xwe dide. Rûsyeya îdia dike ku ew ji bo şerê li hemberî terorê hatiye Sûriyeyê, lê ne wisa derket, ji ber ku destur da Tirkiyeyê û çeteyên wê ku Efrînê dagir bike."

Merdîn, her wiha anî ziman ku dewletên desthilatdar ji îradeya gelê Kurd ditirse, lewra êrîşî kurdan dike, Kurd xwedî maf in û dê bighêjin mafê xw."

Rêveberê TEV-DEM‘ê Dijwar Ferhad Merdîn di dawiya gotinên xwe de, soz da ku ewê gelê Kurd û hemû gelên bindest biparêzin.

Civîn bi dirûşmeyên silavkirina Berxewdana Efrînê bi dawî bûn.

ANHA