Li Bexdayê êrîş, mirî û birîndar hene

Li Bexdayê teqîn pêk hatin. Di teqînan de mirî û birîndar hene.

Li Bexdayê êrîş, mirî û birîndar hene
8 cotmeh, 2018   06:21

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniya rayedarên Iraqê li bendeke ewlehiyê ya bajaroka Ebû Garîp a ku 25 kîlometreyan dûrî Bexdayê ye bombe hatiye teqandin. Di vê teqînê de leşkerek mir û 2 leşker jî birîndar bûn.

Li taxa Ebû Dişeyrê ya ku li bajarê Bexdayê ye, teqînek pêk hat û 2 sivîl mirin û 2 sivîl jî birîndar bûn. Li herêma Cûkûk a Bexdayê jî ji ber teqînekê kesek mir û kesek jî birîndar bû. Li bakurê bajêr ji ber teqandina bombeya ku li wesayîtekê hatibû girêdan, 2 kesên sivîl birîndar bûn.

Li gorî rayedarên emniyetê yên Iraqê, teqîn ji aliyê DAIŞ’ê hatine kirin.