Hûsiyan 10 tanker desteser kirin

Hûsiyan 10 tankerên petrolê û bazirganiyê ji bendera El-Hudeydayê girtin û nahêlin ku barên xwe vala bikin.

Hûsiyan 10 tanker desteser kirin
7 cotmeh, 2018   09:24

NAVENDA NÛÇEYAN

Hikumeta Yemenê ku alîkariyê ji Koalîsyona Erebî ya bi serkêşiya Erebistana Siûdî werdigire, diyar kir ku hêzên Hûsiyan roja Yekşemê 10 tankerên petrolê û bazirganiyê ji bendera El-Hudeydayê girtin.

RT`ê li ser zimanê wezîrê Rêveberiya Herêmî û serokê Komîteya Bilind a Alîkariyê Abdulreqîb  Fetih ragihand ku hêzên Hûsî 10 tankerên petrolê û bazirganiyê ji keştîgeha El-Hudeyda girtine û nahêlin ku barên xwe vala bikin. Her wiha tekez kir ku hindek keştiyên din ev nêzî 6 mehan e girtî ne.

Abdullreqîb anî ziman ku di nava keştiyan de keştiya bi navê Distya Pushti ku ji 28`ê Îlonê ve gihaştiye benderê û deh hezar û 955 ton mazot û 9 hezar û 25 ton ji benzîn rakirine.

(bx)