‘Divê rêxistinên hiqûqî erka xwe pêk bînin û dawî li tecrîdê bînin‘

Di çalakiya konvedanê ya li Helebê de bang li rêxistinên mirovî hate kirin ku erka xwe pêk bînin û dawî li tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bînin û hate gotin ku komploya li dijî Ocalan komploya li hemberî gelên Rojhilata Navîn e

‘Divê rêxistinên hiqûqî erka xwe pêk bînin û dawî li tecrîdê bînin‘
5 cotmeh, 2018   14:33

HELEB

Çalakiyên konvedanê yên ku bi armanca azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê Rêxistina Kongreya Star a taxa Şêxmeqsûd a Helebê ve hatiye organîzekirin, di roja duyemîn de bi dawî bû.

Çalakî bi dirûşmeya "Jin ji bo azadiya Rêber Apo û azadiya xwe serî hildin" li qada 7 Şehîdan tê lidarxistin.

Di roja duyemîn de, şandeyên jin ên saziyên taxê serdana çalakiyê kirin.

Her wiha di bin konê çalakiyê de axaftin ji aliyê Rêvebera Kongreya Star a taxa Şêxmeqsûd a Helebê Sîham Bîlal û Rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan Aytan Reşo ve hatin kirin.

Di axaftinan de komploya navdewletî ya li dijî Ocalan wekî komployekî li dijî hemû gelên Rojhilata Navîn hate binavakirin ku felsefeya Ocalan wekî rêya xelasiyê ji pergalên desthilatdar esas girtine.

Her wiha hate gotin ku armanca Tirkiyeyê ji tecrîdkirina şkandina îradeya gelan û têkbirina projeya demokratîk e.

Kesên axivîne tekez kirin ku komplo têk çûye bi hezaran kes xwedî li Ocalan derketine.

Di dawiya axaftinan de, bêdengiya civaka navdewletî ya li hemberî tecrîda li Îmralî hate şermezarkirin û bang hate kirin ku erka xwe ya mirovî pêk bînin û dawî li tecrîdê bînin.

Di çalakiyê de her wiha helbest  û stran li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin gotin.

Çalakiya roja duyem bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana Îmralî bi dawî bû.

Tê payîn ku dê çalakî sibe bi dawî bibe.

ANHA