Rewşa jin di qanûnên Sûriyeyê de mijara komxebatê ye

Komxebata çalakvan û hiqûqnasên jin ên Sûriyeyê bi gotûbêjkirina beşa duyemîn ku girêdayî qanûnên rewşa sivîl li Sûriyeyê didome.

Rewşa jin di qanûnên Sûriyeyê de mijara komxebatê ye
5 cotmeh, 2018   14:16

KOBANÊ

Komxebata çalakvan û hiqûqnasên jin ên Sûriyeyê li bajarê Kobanê didomîne. Piştî bidawîbûna gotûbêjkirina beşa yekem, beşa duyem a komxebatê hate vekirin û qanûnên rewşên sivîl (Medenî) li Sûriyeyê hate vekirin.

Parêzer Xedîce Îbrahîm lêkonîneke li ser mijarê ku amadekiribû xwend.

Xedîce diyar kir ku her kes li qanûna rewşên medîn wekî qanûnên aktîv ên dewletê dinêre, ji ber ku girêdayî jiyana welatiyan û rewşa malbat û civakê ye, her wiha bingeha sereke ya ku dewlet xwe dispêre wê da ku serkeftina xwe nîşand bibe ku dikare rewşa medenî ya welatiyan birêxistin bike.

Xedîce Îbrahîm her wiha di rapora xwe de destûrên Sûriyeyê yên girêdayî jinan hatine vegotin destnîşan kir û wiha pê de çû: "Di destûr Sûriyeyê de banga mafê jinê û wekheviya di navbera herdu zayendan de  li pêşberî qanûan tê kirin, destûra Sûriyeyê ya 1951‘an yekem destûra serokatî bû ku girîngiyê dide rola jin û peydakirina derferên kar da ku roleke çalak di dewlet û civakî de bilîze.

Destûra Sûriyeyê ya 2014‘an, tekezî li ser girîngî û teşwîqkirina zewacê dike, her wiha tekez dike ku dewlet hewl dide pirsgirêkên madî û civakî yên ku pêşiya jinan dibin asteng ji holê rake û parastina mafê dayik û zarokan bike. Di madeya 29 de tekezî li ser rola dewletê di peydakirina derfetan ji bo jinan da ku rola di jiyana siyasî, civîk û aborî de bilîzin."

Xedîce her wiha da zanîn ku Sûriyeya yek ji 50 welatên ku peymana Sîdawê ya sala 1979‘an îmze kiriye, di sala 2002‘yan de bi qanûna 330‘an peymana Sîdawê îmze kir, li gorî peymanê hemû cureyên tundiya li ser jinan werin rakirin. Lê çi fêdeya peyam û sozan ku were îmzekirin lê neyên pêkanîn.

Parêzer Xedîce Îbrahîm li ser qanûnên Sûriyeyê gelek xal anîn ziman û wiha domand: "Di qanûnên cezeyan a Sûriyeyê de bi navê "Şerefê" cûdahiyeke pir hişk li hemberî mafê jinê heye ku wekî "sucekî" tê pênasekirin û kuştina wê rewa dibîne."

Xedîce destnîşan kir ku li gorî qanûna nasnameya Sûrî de jî, qanûna hejmara 276 ya sala 1969‘an di meryetê de ye, kesên nasnameya Sûriyeyê hilgirtine wekî ferdekî Sûrî, Erebî tê dîtin. Bavê ku eslê xwe ji Sûriyeyê nasnemaya xwe dide zarokên xwe ji derveyî welat jidayik bûne, mafê dayikê ye ku rêzê li hemberî vê qanûnê bigire, her wiha mafê zilam e ku bi jineke biyanî re bizewice û jin nasnameya Sûrî bigire, lê jin nikare nasnmeya eslê xwe bide hevjîn û zarokên xwe.

Parêzer Xedîce Îbrahîm di lêkolîna xwe de, qanûna rewşên medenî li Sûriyeyê girt dest û diyar kir ku di vê qaûnên ku ji aliyê zilam ve hatiye dayîn cûdekariyeke mezin derheqê jinan de heye û wiha dom da axaftina xwe: "Veqetandina bi îradeyê ji aliyê zilam ve, maf dide zilam ku ji hevjîna xwe veqete bêyî ku sedemeke rewa hebe û li gorî wê qanûna madeyê ji 85 heya 94 têne pêkanîn. Li gorî madeya 37‘an nabe ku zilam 5 caran bizewice, divê ku ji hevjînekê qût bibe."

Xedîce diyar kir ku qanûna rewşa medenî ya Sûriyeyê zewaca di temenê 16 salî dipejirîne.

Xedîce her wiha di lêkolîna xwe de behsa qaûnan Sûriyeyê yên girêdayî pirkirina jinan û mîras kir.

Piştî xwendina lêkolîna qaûnan rewşa medenî ji aliyê parêzer Xedîce Îbarhîm ve deriyê nîqaşan hate vekirin.

Komxebata çalakvan û hiqûqnasên jin ên Sûriyeyê çalakiyên xwe bi gotûbêjan der barê qanûna jinê yên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku ji aliyê parêzer Etiya Yûsif ve hatiye amadekirin didome.

ANHA