Gundiyên herêma Cizîrê xaniyên xwe diseyînin

Bi hatina zivistanê re şêniyên gundên girêdayî herêma Cizîrê bi hev re dixebitin û xaniyên axî diseyînin. Her hefte xaniyek tê seyandin.

Gundiyên herêma Cizîrê xaniyên xwe diseyînin
Gundiyên herêma Cizîrê xaniyên xwe diseyînin
Gundiyên herêma Cizîrê xaniyên xwe diseyînin
Gundiyên herêma Cizîrê xaniyên xwe diseyînin
5 cotmeh, 2018   08:02

ŞIHAB El-EHMED / QAMIŞLO

Her sal mîna vê demê xwediyên xaniyên axî yên gundewarên herêma Cizîrê dest bi seyandina xaniyên xwe dikin. Şênî ji bo parastina xaniyan ji rewşa hewa di zivistanê de heriyê li xaniyên xwe didin ango diseyînin.

Xwediyên xaniyên axî ruxmî gelek pêşketinên di warê avahîsaziyê de hîna jî axa taybet ji bo lêkirina xaniyên xwe dikirin. Ev şêwazên xaniyan ji bo welatiyên ku rewşa wan a madî nizm e guncaw e.

Ji sedî 85 ji xaniyên navçeya Til Hemîsê axî ne

Li gorî şêniyên navçeyê rêjeya xaniyên axî yên navçeya Til Hemîsê û gundewarên wê nêzî ji sedî 85 e. Hemû xanî her sal di destpêka meha Cotmehê de tên seyandin.

Têkildarî mijarê welatiyê bi navê Ibrahîm Meter ê ji gundê Naim El-Celad ê ku bi 7 km dikeve rojhilatê Til Hemîsê got: "Destpêkê em kayê dikirin û axê vediguhêzin. Piştre ka, ax û avê tevlihev dikin û heriyê çêdikin. Paşê em heriyê li ban û dîwarên xaniyên dixin."

Meter destnîşan kir ku şênî her du salan restorekirinên berê yên dîwaran hildikin û ji nû ve heriyê lê dikin. Her wiha banê xaniyan salê carekê tê restorekirin.

Têkildarî giyana xebatê û hevkariya di navbera şêniyên gund Meter got: "Ji berê ve şêniyên gund bi hevkarî xaniyên xwe diseyînin. Beriya zivistanê şênî bi hev re heriyê çêdikin û xaniyan diseyînin dikin heta ku hemû xaniyên gund temam dikin."

(şx)

ANHA