Komxebata hiqûqnas û çalakvanên jin ên Sûriyeyê dest pê kir

Komxebata yekemîn a hiqûqnas û û çalakvanên jinên Sûriyeyê li Kobanê bi dirûşma “Mîsogeriya mafên jinan di destûrê de bingeha avakirina Sûriyeyeke demokratîk e” dest pê kir.

Komxebata hiqûqnas û çalakvanên jin ên Sûriyeyê dest pê kir
Komxebata hiqûqnas û çalakvanên jin ên Sûriyeyê dest pê kir
Komxebata hiqûqnas û çalakvanên jin ên Sûriyeyê dest pê kir
Komxebata hiqûqnas û çalakvanên jin ên Sûriyeyê dest pê kir
Komxebata hiqûqnas û çalakvanên jin ên Sûriyeyê dest pê kir
Komxebata hiqûqnas û çalakvanên jin ên Sûriyeyê dest pê kir
5 cotmeh, 2018   07:55

KOBANÊ

Komxebata ku li ser banga Meclisa Jinên Sûriyeyê tê lidarxistin, gelek jin ji Şam, Tertûs, Laziqiyê, Siwêda, Humis û jinên ji Bakurê Sûriyeyê beşdar bûne.

Her wiha hevseroka Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sîham Qeryo, derhêner Sehîr Sermînî, hevseroka PYD`ê Eyşe Hiso û hevseroka MSD`ê Emîne Umer beşdarî komxebatê bûne.

Di komxebatê de tê payîn ku nîqaş li ser hevpeymanên navneteweyî û biryar Meclisa Ewlekarî ya Numeya “1325” der barê parastina jinan di şeran de, her wiha zagonên jinan ên Rêveberiya Xweser werin nîqaşkirin.

Axaftina destpêkê ji aliyê berdevk û Koordînasyona Giştî ya Meclisa Jinên Sûriyeyê Lîna Berekat ve hate kirin. Komxebat bi axaftina Lîna Berekat didome.

Mijarên ku di komxebatê de bi giştî werin şopandin ev in:

Mijara yekemîn: Hevpeymanên navneteweyî û biryarên navneteweyî der barê jinan de, wê ji aliyê parêzer û çalakvan Înam Niyof û Sîham Qeryo ve werin şîrovekirin.

Mijara duyemîn: Rewşa jinan di zagonên kesayetî ya Sûriyeyê de, dê ji aliyê parêzer Xedîce ve were şîrovekirin.

Mijara sêyemîn: Zagonên jinan di Rêveberiya Xweser de, dê ji aliyê parêzer Etiya Yûsif ve werin şîrovekirin.

Mijara çaremîn: Daxwaza destûrekê ji bo jinên Sûriyeyê, dê ji aliyê Lîna Berekat û Insaf Silîtîn ve were şîrovekirin.

(kc)

ANHA