Li Serêkaniyê terzîxaneyek hate vekirin

Weqfeya Jina Azad a kantona Hesekê bi armanca fêrkirina jinan li ser dirûtinê, terzîxaneyek li bajarê Serêkaniyê vekir.

Li Serêkaniyê terzîxaneyek hate vekirin
Li Serêkaniyê terzîxaneyek hate vekirin
Li Serêkaniyê terzîxaneyek hate vekirin
1 cotmeh, 2018   12:25

HESEKÊ

Îro li bajarê Serêkaniyê bi armanca fêrkirina jinan li ser dirûtinê, Weqfeya Jina Azad a kantona Hesekê terzîxaneyek vekir. Terzîxane dê bibe cihê fêrkirina jinan li ser dirûtinê û her wiha dê hejmareke jin tê de bixebitin.

Piştî vekirina terzîxaneyê kesên ku bixwazin xwe fêr bikin, dê serî li Weqfeya Jina Azad şaxa Serêkaniyê bidin. Heta ku 10 nav kom bibin dê terzîxane dest bi dewreyeke fêrkirinê bike. Kar dê saet ji 8.00’an heta 14.00’an berdewam bike.

Vekirina terzîxaneyê bi tevlêbûna bi dehan jinan pêk hat. Deriyê terzîxaneyê ji hêla dayika şehîd Akîf ve hate vekirin û piştre şîranî li beşdaran hate belavkirin. Tê payîn ku terzîxane ji bo jinên herêmê bibe pêşxistina aboriya jinê.

ANHA