Ji konferansa rêveberiya Şehbayê biryarên girîng

Sêyemîn konferansa Rêveberiya Kantona Şehbayê bi dawî bû. Di konferansê de gelek biryar ji bo pêşxistina kantonê di hemû aliyan de hatin dayîn.

Ji konferansa rêveberiya Şehbayê biryarên girîng
Ji konferansa rêveberiya Şehbayê biryarên girîng
Ji konferansa rêveberiya Şehbayê biryarên girîng
Ji konferansa rêveberiya Şehbayê biryarên girîng
Ji konferansa rêveberiya Şehbayê biryarên girîng
Ji konferansa rêveberiya Şehbayê biryarên girîng
Ji konferansa rêveberiya Şehbayê biryarên girîng
Ji konferansa rêveberiya Şehbayê biryarên girîng
Ji konferansa rêveberiya Şehbayê biryarên girîng
Ji konferansa rêveberiya Şehbayê biryarên girîng
29 îlon, 2018   07:44

TOLÎN HESEN – FÎDAN ABDULLAH / ŞEHBA

Rêveberiya kantona Şehbayê bi dirûşmeya "Civaka birêxistinkirî civaka azad e" 3`yemîn konferansa xwe li gundê Til Qerah li dar xist.

Konferans du rojan berdewam kir. 150 delege ji saziyên sivîl, Yekitiya Jinên Azad a Şehbayê, meclis û komînên kantonê, rûspiyên êlan, Partiya Sûriyeyê ya Pêşerojê, Koalîsyona Neteweyî ya Demokratîk a Sûriyeyê, nûnerên Kongreya Star, Tevgera Civaka Demokatîk (TEV-DEM), Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê tev li konferansê bûn.

Konferansê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê hevseroka Meclisa Damezirîner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Hediya Yûsif û hevserokê Rêveberiya Demokratîk a Kantona Efrînê Osman Şêx Îsa rewşa dawîn a herêmê nirxand.

Di axaftinan de hate destnîşankirin ku hêzên ku li Sûriyeyê di nava çend salên borî de şer dikin, dixwazin komployên xwe yên dagirkeriyê pêk bînin û desthilatdariya xwe li ser gel ferz bikin.

Her wiha hate gotin ku êrîşên ku li ser Rojava û Bakurê Sûriyeyê pêk tên armanca wan e ku projeya demokratîk a herêmê têk bibin.

Paşê rapora kar û xebatên salekê ji aliyê cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Meclisa Kantona Şehbayê Îsmaîl Mûsa ve hate xwendin.

Biryarên ku di konferansê de hatin dayîn

Piştî nîqaşan û ji bo pêşxistina asta kantona Şehbayê di hemû aliyan de gelek biryar hatin dayîn:

1-Careke din hevserokatiya komînan di ber çavan re were derbaskirin, li gorî pêwîstiyê komîn li gundan werin avakirin û komîteyên di meclisan de werin xurtkirin.

2-Dewreyên perwerdeyê yên rêxistinî ji bo karê saziyan, her wiha perwerdeyên bîrdozî werin vekirin.

3-Komîteya Têkiliyên Diplomatîk li herêmê were vekirin da ku rewşa girtiyan û kesên winda bişopîne.

4-Komîteya Zimhêrê were avakirin.

5-Komîtaya mafên mirovan li herêma Şehbayê were avakirin û careke din dîwana dada civakî were avakirin.

6-Di aliyê madî û moraldayînê de alîkariya hêzên berxwedana gelêrî bikin ku li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê şer dikin û Efrîn rizgar bikin.

7-Xwedîderketina li biryarên konferansa Yekitiya Jinên Azad û konferansa Meclisa Malbatên Şehîdan.

8-Di aliyê madî û moraldayînê de alîkariyê bidin ciwanan da ku xwe li kantona Şehbayê bi rêxistin bikin.

9-Alîkariyê bidin saziyên xweparastinê da ku aramî û ewlehiyê ji gel re peyda bikin.

10-Rola Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk li kantonê xurt bikin û rola çapemeniyê aktîf bikin.

11-Ji bo birêxistinkirina bajarên Til Eran, Til Hasil û gundên wê di hemû aliyan de komîteyek were avakirin.

12-Asta têkoşînê were xurtkirin û hemû çalakî dê di çarçoveya pêkanîna pîvanên neteweya demokratîk û rizgarkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê werin lidarxistin.

Di dawiya konferansê de ji rêveberên TEV-DEM`ê Hesen Koçber axivî û destnîşan kir ku Sûriye di rewşeke hesas re derbas dibe, pêwîst e gelên Bakurê Sûriyeyê û Rojava bi awayekî mezintir cihê xwe di nava civakê de bigirin û tev li hemû partiyên siyasî bibin, yekitiya xwe li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê ava bikin da ku hemû planên navdewletî yên li dijî civaka demokratîk têk bibin.

(bx)

ANHA