Ji ber germahî û qirêjiyê li Şêxmeqsûdê nexweşî zêde dibin

Hevserokê Meclisa Tenduristiyê ya Şêxmeqsûdê diyar kir ku nexweşiyên iltîhaba gede û roviyan, her wiha nexweşiyên gurçikan zêde bûne û sedema vê yekê aşkera kir.

Ji ber germahî û qirêjiyê li Şêxmeqsûdê nexweşî zêde dibin
Ji ber germahî û qirêjiyê li Şêxmeqsûdê nexweşî zêde dibin
Ji ber germahî û qirêjiyê li Şêxmeqsûdê nexweşî zêde dibin
29 îlon, 2018   07:57

EHMED REŞÎD / HELEB

Li gorî serjimariya nexweşxaneya Heyva Spr a Kurd, di demên dawîn de li taxa Şêxmeqsûd a Helebê nexweşiyên iltîhaba gede, rovî û kevirên gurçikan zêde bûne.

Hevserokê Meclisa Tenduristiyê ya taxa Şêxmeqsûdê Dr. Mihemed Mihemedkê diyar dikr ku sedema belavbûna van nexweşiyan ji ber gemara xwarinê ye û wiha domand: "Me dewriyeyên xwe yên li ser dikanên goşt û madeyên xwarinê zêde kirine da ku madeyên xirabûyî telef bikin û dikandaran hişyar bikin ku dikanên xwe paqij bikin û xwarinê biparêzin."

Dr. Mihemed ji welatiyan xwest ku xwarinê baş bikelînin û paşê bixwin.

Li gel nexweşiya iltîhaba gede, nexweşiya kevirên kurçikan jî zêde bûye. Dr. Mihemed Mihemedkê sedema vê nexweşiyê spart bilindbûna pileya germê û kêm vexwarina avê.

Dr. Mihemed Mihemedkê welatî hişiyar kirin ku ava paqij pir vexwin û xwarinê bi av û xwê bişon û baş bikelînin û her wiha baş binixumînin.

(bb)

ANHA