Şehîdên berxwedana Kobanê hatin bi bîranîn

Di merasîmê bîranîna şehîdên berxwedana Kobanê yên meha Îlonê de hate gotin: "Îlon ji bo gelê Kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn meha berxwedanê ye, şehîdên berxwedana Kobanê li hemberî çeteyên DAIŞ‘ê destanên qehremaniyê xêz kirin."

Şehîdên berxwedana Kobanê hatin bi bîranîn
Şehîdên berxwedana Kobanê hatin bi bîranîn
Şehîdên berxwedana Kobanê hatin bi bîranîn
Şehîdên berxwedana Kobanê hatin bi bîranîn
Şehîdên berxwedana Kobanê hatin bi bîranîn
Şehîdên berxwedana Kobanê hatin bi bîranîn
Şehîdên berxwedana Kobanê hatin bi bîranîn
27 îlon, 2018   18:17

KOBANÊ

Bi tevlêbûna bi sedan welatiyên kantona Kobanê şehîdên meha Îlonê yên Kobanê jê wan şehîd Rêvana Rojava, berxwedana Girê Dolê û Serzorî hatin bi bîranîn.

Merasîmê bîranînê li Goristana Şehîd Dicle hate lidarxistin.

Ji bo bîranîna şehîdan deqeyeke rêz hate girtin. Paşê Serokê Desteya Parastinê ya Kantona Kobanê Îsmet Şêx Hesen axivî û şehîdên meha Îlonê yên berxwedana Kobanê bi bîr anîn.

Şêx Hesen got: "Di dîroka gelê kurd de gelek şoreş derketin, lê gelek jê bi ser neketin, lê di şoreşa niha de bi saya xwîna şehîdan û şervanên ku teslîmiyet qebûl nekirin û xeta berxwedanê dewam kirin, bi ser ket."

Bi navê malbatên şehîdên Sersozrî Mehmûd Bozan axivî û got: " Îlonê ji bo gelê Kurd û tevahî gelên Rojhilata Navîn meha berxwedanê ye, şervanên YPG û YPJ‘ê di berxwedana Kobanê li hemberî çeteyên DAIŞ‘ê de destanên qehremaniyê xêz kirin û çete şikandin."

Di merasîmê de, helbest li ser şehîdên berxwedana Kobanê hatin xwendin.

Di dawiya merasîmê de, şêniyan find li ser gorên şehîdên pêxistin.

ANHA