Gundên Bilbilê vala dikin da ku veguherînin herêmeke leşkerî

Hate ragihandin ku hêzên dagirker gundên navçeya Bilbilê ji niştecihên wê yên resen vala dikin da ku veguherînin herêmeke leşkerî.

Gundên Bilbilê vala dikin da ku veguherînin herêmeke leşkerî
27 îlon, 2018   18:37

EFRÎN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan herêmî dane me, leşkerên artêşa Tirk a dagirker gundên Zeira, Hiyamo, Elî Karo û Xelîlko yên navçeya Bilbilê ku li ser sînore, ji niştecihên wê vala dikin û da ku gund veguherînin herêmeke leşkerî.

Çavkaniyan destnîşan kirin ku artêşa dagirker qeweta leşkerî li gundên navborî bi cih dikin.

ANHA