Li Dêrazorê dewreyeke nû dest pê kir

Duyemîn dewreya perwerdeyê bi navê Dewreya Şehîd Sêyf li Akademiya Civaka Demokratîk li gundê El-Kibir ê girêdayî Dêrazorê hate vekirin.

Li Dêrazorê dewreyeke nû dest pê kir
Li Dêrazorê dewreyeke nû dest pê kir
Li Dêrazorê dewreyeke nû dest pê kir
Li Dêrazorê dewreyeke nû dest pê kir
Li Dêrazorê dewreyeke nû dest pê kir
27 îlon, 2018   12:00

DÊRAZOR

Piştî bidawîbûna dewreya yekemîn bi navê Dewreya Şehîd Ehmed El-Cefal ku 28 rojan dewam kir, Akademiya Civaka Demokratîk dewreya duyemîn ji endamên saziyên sivîl bi navê Dewreya Şehîd Kemal Hemûd El-Şelaf (Sêyf) ku di hemleya Bagera Cizîrê de li navçeya Xiranîc şehîd bûbû, vekir.

Dewre dê 27 rojan dewam bike û 30 endamên ji şêniyên Dêrezorê tev lê bûne. Di dewreyê de wê waneyên li ser girîngiya perwerdeyê, kapîtalîzm, dîroka Sûriyeyê û neteweya demokratîk, dîroka jinan, çand û exlaq, rexne û rexnedayîn û danasîna biratiya gelan werin dayîn.

Endamê rêveberiya Akademiya Civaka Demokratîk Mihemed Îno bi minasebeta vekirina dewreyê axivî û di destpêka axaftina xwe de dewreya duyemîn pîroz kir û wiha got: “Dewreyên li akademiyê bîrdozî, civakî û çandî ne ew jî ji bo ku kesayetiyeke rast û danasîna nerînên azad û endamên perwerdeyê dikarin ramanên rast di civaka demokratîk de belav bikin."

Endama bi navê Sîham Mirî El-Hesen ku tev li perwerdeyê bûye jî wiha got: "Em hatin perwerdeyê ku fêrî bîngeha civaka demoratîk, biratiya gelan bibin. Me dît ku welatî dixwazin fêrî ramanên demokratîk bibin ji bo ku fikrên xwe bi awayekî zanyarî bibêjin, ev jî pir girîng e di avakirina civakekê de ku dikare xwe bi xwe, xwe bi rê ve bibe."

(jo)

ANHA