Gerîlayan li Wanê û Şirnexê li dagirkeran xist, kuştî û birîndar hene

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku li Şirnex û Wanê di çalakiyên gerîla de yên li dijî artêşa Tirk kuştî û birîndarên leşkerên Tirk  hene.

Gerîlayan li Wanê û Şirnexê li dagirkeran xist, kuştî û birîndar hene
27 îlon, 2018   11:13

NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya ku Navenda Ragihandinê ya HPG’ê dayî wiha ye:

 ‘’Li Eyaleta Serhedê bi çarçoveya Pêngava Şoreşger a Serfiraziyê’ hêzên me 26’ê îlonê saet 15.10’an li Çaldêrranê ya Wanê, li dijî artêşa TC’ê ya dagirker  ku ewlehiya Qereqola Kevirê Şamiyan digiritin rêze çalakiyeke sekvaniyê pêk anîne. Di encama çalakiyan de 1 leşker hatiye kuştin, 1 jê birîndar bûye. Piştî çalakiyê artêşa dagirker bi obûs û hawanan derdor bombek kiriye.

Hêzên me bi çarçoveya Pêngava Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê Pêngava Şoreşger dane destpêkirin û îro saet 07.10’an li Silopya ya Şirnexê li dijî Santrala Termîkê ya Bêspînê çalakiyeke saboatajê kirine. Di encamê de xeta elektrîkê bi temamî îmha bûye.

25’ê Îlonê sibehê artêşa TC’ê ya dagirker li Şemzînanê ya Colemêrgê operasyonek li wê qadê kiriye ku gundê Tûyê, Warê Sêva û Omeryan vedihewîne navxwe. Artêşa TC’ê ya dagirker ku li eraziyê xebatên lêgerînê dikriin 26’ê Îlonê bê encam vekişiyane.

26’ê Îlonê balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker li dijî Qadên Parastinê yên Medyayê êrîşên hewayî kirine. Bi vê çarçoveyê saet 10.30 û 12.00’an li herêma Qendîlê  Girê Saaş, li herêma Heftanînê derdora gundê Şêraniş, li qada Mêtîna geliyê Beşîrî, li herêma Avaşînê qada Bestya û li herêma Xakûrkê derdora Çemê Lolanê bome kirine. Di van êrîşan de ti ziyan negihaye hêzên me, eraziyên navborî ziyan dîtine, bax û baxçeyên gel ziyan dîtine.’’