Li gundewarên Reqayê teqîn

Li nêzî xaçereya  El-Hisêwa ya girêdayî herêma El-Diriyê ya bejahiya rojava ya Reqayê mayînek teqiya.

Li gundewarên Reqayê teqîn
27 îlon, 2018   10:59

REQA

Nûçegihanên me diyar kirin ku di encama teqînê de, welatiyekî sivîl jiyana xwe ji dest dan û sê jî sivîlên din jî birîndar bûn.

Navên kesên birîndar bûne  wiha ne:Tirkiye Ebd El-Hisên (27), Ehmed Xelef (22), Îbrahîm Ehmed Şêx.

Li gorî agahiyan rewşa birîndaran giran û niha li nexweşxaneyên herêmê têne dermankirin.

(kc)

ANHA