El-Sîsî û Netanyaho rêyên aştiyê di navbera Filistîn û Îsraîlê de nîqaş dikin

Serokê Misrê Ebdulfetah El-Sîsî û serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyaho aştiya di navbera Filistîn û Îsraîl de gotûbêj kir.

El-Sîsî û Netanyaho rêyên aştiyê di navbera Filistîn û Îsraîlê de nîqaş dikin
27 îlon, 2018   10:44

NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Serokatiya Misrê Besam Radî diyar kir ku El-Sîsî di hevdîtina xwe de li ser girîngiya ji nû ve pêkhatina lihevkirinên di navbera Filistîn û Îsraîlê de bi armanca çareserkirina doza Filistînê li gorî lêvegerên navdewletî axivî.

Serokê Misrê Abdulfetah El-Sîsî û serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyaho piştî civîna Konseya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, civiyan.

Berdevkê Misrê destnîşan kir ku El-Sîsî tekez kir ku lihevkirinên dawîn û wekhev ji doza Filistînî re dê rewşeke nû li Rojhilata Navîn peyda bikin û hemû gelên herêmê tê de bi ewlehî û aramî bijîn.

Benyamin Netanyaho jî spasiya rola Misrê ya girîng di Rojhilata Navîn de û ya li dijî terorê û pêkanîna aramî û aştiyê li herêmê kir.

(bx)