Wezîrên Derve yên dewletên destwerdana Sûriyeyê dikin rewşa Idlibê gotûbêj kirin

Wezîrên Karên Derve yên hersê dewletên destwerdana aloziya Sûriyeyê dikin (Tirkiye, Rûsya û Îran) di civînekê de li bajarê NewYork rewşa li Idlibê gotûbêj kirin.

Wezîrên Derve yên dewletên destwerdana Sûriyeyê dikin rewşa Idlibê gotûbêj kirin
27 îlon, 2018   07:58

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê piştî civîna di navbera Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergî Levrov û hevpîşeyên wî yê Tirkiyeyê Mewlûd Çawîş Oglû û yê Îran Mihemed Cewad Zerîf ragihand ku beşdarên di civînê de hevpeymana ku li Soçî der barê aramiya rewşa li Idlibê de pêk hatiye silav kirin.

Ajansa Sputnik diyar kir ku wezaretê wiha domandiye: "Hate piştrastkirin ku divê xebatên ji bo avakirina komîteya destûrî li Cinêvê li ser bingeha biryarên konferansa diyaloga niştimanî ya Sûriyeyê û biryara 2254 a Konseya Ewlehiya Navnetewî bêne bilezkirin."

Li bajarê Soçî yê Rûsyayê di 29-30'yê Çileya 2018'an de civînek ji alîgirên rêjîma Sûriyeyê û Tirkiyeyê re weke nûnerên komên çete û terorîst hate lidarxistin nû têde rewşa Sûriyeyê bi sponseriya Rûsyayê û bi beşdarbûna Îranê hate lidarxistin. Di civînê de mijara avakirina komîteya destûrî hate pêşniyarkirin.

Tirkiye, Îran û Rûsya weke hevkarên hevûdu di Sûriyeyê de tên destgirtin. Evan dewletê rasterast destwerdana rewşa li Sûriyeyê dikin û gelek herêman topbaran dikin û hevpeymanan lidardixînin û di encamê de guhertinên demografîk li Sûriyeyê pêk tînin.