Diyardeya xwedîkirina hêştiran li navçeyên Girkê Legê û Çilaxa

Ji ber neguncewbûna hawîrdora herêmê, hêştir nedihatin xwedîkirin. Lê niha diyardeya xwedîkirina hêştiran li navçeyên Girkê Legê û Çilaxa belav bûye.

Diyardeya xwedîkirina hêştiran li navçeyên Girkê Legê û Çilaxa
Diyardeya xwedîkirina hêştiran li navçeyên Girkê Legê û Çilaxa
Diyardeya xwedîkirina hêştiran li navçeyên Girkê Legê û Çilaxa
26 îlon, 2018   04:20

RAPERÎN TEHLO/QAMIŞLO

Tê zanîm ku hêştir li herêmên beyar tên xwedîkirin, ji ber wê tenê herêmên gundewarên Dêrazir, Reqa û Tedmurê ku bi navê Beyara Sûriyeyê tên naskirin dihatin xwedîkirin.

Lê ji ber şert û mercên şerên ku li Sûriyeyê rû dane û belavbûna giropên çekdar li herêmên Beyara Sûriyeyê, bandorek neyînî li xwedêkirina hêştiran kir. Ji ber wê xwediyên hêştiran neçar man ku berê xwe bidin bakur û rojhilatê Sûriyeyê û bi taybet herêma Cizîrê.

Ev bû çend sal in ku li herêmên Girkê Legê û bi taybet navçeya Çilaxa keriyên hêştiran tên dîtin.

Nûçegihanên ajansa me di nav gundewarên navçeya Çilaxa geriyan û hevpeyvîn bi xwediyên hêştiran re çêkirin.

Welatiyê bi navê Mihemed Minayih ê ji şêniyên navçeya Çilaxa ye. li gel Mihemed keriyek hêştir ku ji 30 seriyan pêk tê. 

Mihemed ji bo peydakirina debara xwe ji beriya 5 salan ve dest bi xwedîkirina hêştiran kiriye. Li gorî Mihemed, hawîrdora herêmê ji herêmên çolistan cudatir e. lê dîsa jî guncew e û bi taybet di havînê de.

Mihemed destnîşan kir ku beriya her kesî dest bi xwedîkirina hêştiran kiriye. Ji ber ku ev kar weke kevnşopiyekî li gel êlên Ereban e û her wiha ji ber ku gelek sûdên madî ji bo peydakirina debara xwe jê digire.

Her wiha Mihemed Minayih hêştir difroşe bazirgan û qesabxaneyan. Buhaya her seriyek hêştir dighêje 700 hezar lîreyên Sûriyeyê.

Xwediyê hêştiran Mihemed Minayih destnîşan kir ku ji ber kêm barîna baranê, çêrgeh kêm in û ew jî bandorek neyînî li karî wî dike.

Di dawiyê de Mihemed bang li Saziya Çandinî û Sewalkariyê kir ku alîkariya xwediyên sewalan bikin û bi taybet êmê sewalan ji wan re pêşkeş bikin. Ev jî dê bi xwe re beşa sewalkariyê pêş bixe.

(şx)

ANHA