Reqa du şehîdên xwe oxir kirin

Sedan kesî cenazeyên şervanên QSD‘ê Elî û Reûdî yên li Reqayê şehîd bibû oxir kirin.

Reqa du şehîdên xwe oxir kirin
Reqa du şehîdên xwe oxir kirin
Reqa du şehîdên xwe oxir kirin
Reqa du şehîdên xwe oxir kirin
25 îlon, 2018   17:19

REQA

Bi sedan şêniyên herêma Reqayê bi armanaca wegeritina cenazeyê şervanê QSD‘ê Elî El-Elî û Hisên El-Nûman (Reûd) yên li Reqayê şehîd bibûn li çerxeriya Firûsiyê ya rojavayê Reqayê kom bûn, piştî ku cenaze wergirtin, bi kerwanekî ji dehan wesayîtan ber bi Goristana Şehîdan a gundê Hikûmiyê ve ketin rê.

Merasîm bi turaneke leşkerî ji aliyê şervanên QSD‘ê ve dest pê kir, paşê bi navê QSD‘ê Feysel Ebû Ezîz û rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan Hela El-Hesen axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin û hate gotin ku rizgarkirina herêmê ji çeteyan û ewlekariya pêk hatiye berhemên xwîna şehîdan e.

Axaftivanan soza şopandina xeta şehîdan dan.

Piştî axaftinan wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Derbestên herdu şehîdan di nava dirûşme û tilîliyên dayika hate veşartin.

ANHA