Ji bo piştgiriya pêngava rizgarkirina Efrînê çalakiyên hunerî

Bi dirûşemay "Ji bo rizgarkirina Efrînê bi piransîpên netewa demokratîk têkoşiyan" Tevgera Çand û Hunerê çalakiyên hunerî li Şehbayê dane destpêkirin.

Ji bo piştgiriya pêngava rizgarkirina Efrînê çalakiyên hunerî
Ji bo piştgiriya pêngava rizgarkirina Efrînê çalakiyên hunerî
Ji bo piştgiriya pêngava rizgarkirina Efrînê çalakiyên hunerî
Ji bo piştgiriya pêngava rizgarkirina Efrînê çalakiyên hunerî
Ji bo piştgiriya pêngava rizgarkirina Efrînê çalakiyên hunerî
Ji bo piştgiriya pêngava rizgarkirina Efrînê çalakiyên hunerî
Ji bo piştgiriya pêngava rizgarkirina Efrînê çalakiyên hunerî
Ji bo piştgiriya pêngava rizgarkirina Efrînê çalakiyên hunerî
25 îlon, 2018   17:06

ŞEHBA

Çalakî bi armanca piştgiriya pêngava rizgarkirina Efrînê bi amadebûna bi sedan endamên Tevgera Çand û Hunerê dest pê kir.

Çalakiya roja yekem li kampa Berxwedan a navçeya Fafînê ya Şehbayê hate lidarxistin.

Bi sedan endamên komên hunerî yên tevgerî ku pankartên "Çand nasname ye, nasnameya xwe biparêze", "Em hemû Efrîn in", "Efrîn em bi te re ne heya mirinê", "Efrîn huner e, xwedî li hunerê derkevin" û "Çand berhemên fikirê mirovahiyê ye" vekiribûn li pêşiya deriyê ketina kampê kom bûn.

Çalakî bi meşekê dest pê kir, endamên tevgerê li gel berizkirina silavkirina berxwedana Efrînê û şermezarkirina dagirkeriya Tirkiyê li derdora kampê geriyan, herî dawî li qada kampê rawestiya.

Li vir, Rêveberê Tevgera Çand û Hunerê ya Efrînê Henan Seydo axivî û got: "Me ev pêngav ji bo piştgiriya pêngava rizgarkirina Efrînê daye destpêkirin, armanca me parastina çand û hunera Efrînê ye, ji be ku hêzên dagirker bi armanca qirkirinê hewl didin nasnameya me tune bikin, em ê bi hemû hêza xwe çand û kevneşopiya Efrînê biparêzin."

Seydo, çalakî li endamên tevgerê, şêniyên Efrînê û şervanên YPG û YPJ‘ê pîroz kir.

Çalakiya roja yekem bi dirûşmeyên silavkirina Berxwedana Serdemê bi dawî bû.

ANHA