QSD: Gundê El-Şecel hate rizgarkirin û 21 çete hatin kuştin

QSD‘ê ragihand ku di şerê 24 saetên dawîn de yên Pêngava "Şerê Tunekirina Terorê" de gundnê El-Şecel hate rizgarkirin û 21 çete hatin kuştin

QSD: Gundê El-Şecel hate rizgarkirin û 21 çete hatin kuştin
25 îlon, 2018   14:57

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandê ya QSD‘ê bi daxuyaniyeke niviskî bilançoya şerê 24 saetên dawî yên Pêngava Bagera Cizîrê ya "Şerê Tunekirina Terorê" ragihand û diyar kir ku hêzên wan 

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"1-Eniya Baxoz: Hêzên me li vê eniyê pêş de çûn û hejmareke nuqteyên nû girtin, çeteya êrîşî nuqteyek hêzên me kirin, hêzên me bersiva êrîşê da û şer derket, di encamê de kuştiyên çeteyan çêbûn.

Çeteyên DAIŞ‘ê bi topên hawnê êrîşê nuqteyên hêzên me kirin. Şervanên me di xebatên lêgerînê de gelek çek û cebilxaneyên çeteyan dîtin.

Di şer û pevçûnên duh bi şev de hêzên me 800 m pêş de çû û gelek nuqteyên nû girtin, her çendî çeteyan hewl didan êrîşî nuqteyên şervanên me bikin, hewldanên wan hemû hatin şikenandin. Di encamê de, hejmarek kuştiyên çeteyan çêbûn, du erebeyên bombebarkirî û tuneleke çeteyan rûxandin.

Hêzên me li vir 600 m din pêşde ketin û hejmareke nuqte tesbit kirin, her wiha hejmarek çek û cebilxaneyên çeteyan desteser kirin.

Di saetên serê sibehê de dîsa jî şerên giran rû da, hêzên me gundê El-Şecle rizgar kirin û hejmarek çete kuştin, her wiha miqdarek çek û cebilxaneyên wan desteser kirin. Piştî rizgarkirinê yekser, tîmên taybt dest bi xebatên lêgerînê kirin û gelek mayîn bê bandor kirin.

2-Eniya Hecîn: Çeteyan hewl dan êrîşên dijber li dijî hêzên me pêk bîne, li ser vê yeê şerên dem dem bi çekên giran rû da, hêzên me bersiva êrîşên çeteyan dan. Di saetên vê sibehê de jî şer çend saetan berdewam kir, li vir jî hejmareke çete hatin kuştin. Balafirên koalîsyonê nuqteyên çeteyan kirin hedef.

Bîlanço:

-Êrîşên hawayî: 7

-Nuqteyên hatin girtin: 19

-Hejmara kuştiyên çeteyan: 21

-Wihdahiyên çeteyan: 1 tunel, du erebeyên bombebarkirî û bingeha hawnê hatin rûxandin.

-Çekên ku ji aliyê hêzên me ve hatin desteserkirin; 2 hawn (120 mm) û 65 guleyên wê, 6 RPG, 4 kilaşînkov, 2 BKC û çenteyeke cebilxane.

- Hejmara şervanên me yên şehîd: 6

-Hejmara şervanên birîndar: 8"