Şaredariya bajarokê Til Mecdel hate vekirin

Komîteya Şaredariyan a Kantona Hesekê, bi merasîmekê şaredariyek li bajarokê Mecdel ê aliyê rojavayî bajarê Hesekê vekir.

Şaredariya bajarokê Til Mecdel hate vekirin
Şaredariya bajarokê Til Mecdel hate vekirin
Şaredariya bajarokê Til Mecdel hate vekirin
25 îlon, 2018   12:09

HESEKÊ

Piştî 3 salan ji paqijkirina bajarokê Mecdel û hemû gundewarên bajarê Hesekê ji çeteyên DAIŞ`ê ji aliyê şervanên YPG û YPJ'ê ve, Komîteya Şaredariyan şaredariyek ji bajarok re vekir.

Di merasîma vekirinê de rêveberiya meclisa kantonê, nûnerên Komîteya Şaredariya û dehan welatî amade bûn.

Di merasîma vekirinê de endamê rêveberiya meclisa bajarok Hisên Sîno, hevserokê kantona Hesekê Ebdilxenî Oso, hevseroka Komîteya Şaredariyê Cîhan Çelo û hevseroka Şaredariya Gel a Til Mecdel Cîhan Seûd axivîn.

Axaftvanan vekirina şaredariyê pîroz kir û hêviya pêkanîna daxwazên welatiyan kir. Paşê deriyê şaredariyê hate vekirin û welatî derbasî şaredariyê bûn.

Hêjayî gotinê ye ku bajarokê Til Mecdel di çarçoveya hemleya rizgarkirina herêmên di navbera Til Temir û Hesekê de sala 2015’an ji aliyê şervanên YPG û YPJ'ê ve hate rizgarkirin.

(jo)

ANHA