Piştî hevpeymana aştiyê li Başûrê Sûdanê şer derket

Di navbera hêzên hikumeta Başûrê Sûdanê û komên opozîsyonê yên li bakurê welat de piştî hefteyekê ji îmzekirina hevpeymana aştiyê şer derket.

Piştî hevpeymana aştiyê li Başûrê Sûdanê şer derket
25 îlon, 2018   11:50

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê dewletê yê karûbarên çapemeniyê Lam Tongwar li wîlayeta Lîtş diyar kir ku leşkerên girêdayî Tevgera Gelêrî ya Rizgarkirina Sûdanê ku di nava opozîsyonê de ne û alîgiriya cîgirê serok ê berê Rîk Mişar dikin, êrîşî baregehên hikumetê yên li gundekî devera Koş Kawintî kir. Her wiha diyar kir ku êrîş di dema perwerdekirinên leşkerî yên hêzên hikumetê de pêk hat ku hewl didin hejmarek ji leşkeran beşdarî nava artêşê bikin.

Li aliyê din Tevgera Gelêrî got ku hêzên hikumetê êrîşî baregehên wan ên li herêmê kiriye.

Serokê Başûrê Sûdanê Sîlva Kiyêr hevpeymana aştiyê bi tabûrên opozîsyonê re îmze kir da ku şerê navxweyî ku di encamê de 50 hezar kes hatine kuştin, bi dawî bike.